12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana ‘jin jiyan azadî’ berdewam dike

Serhildan û çalakiyên rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû êrîşan berdewam dikin.

Ji 16’ê îlonê ve li rojhilatê Kurdistan û seranserê Îranê xwepêşandan û çalakiyê bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî re li dijî rejîma Îranê destpêkirin, berdewam dikin. Di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de rejîma Îranê bê dudilî li dijî xwepêşanderan guleyên rast û tundûtijiyek dijwar bikartîne û qetil dike. Xwepêşanderên tên girtin di îşkenceyek tund re derbas dibin û tên darvekirin.

Duh li bajarên Bokan, Mihabad, Kamyaran û Sineyê merasîma sipartina xakê ya hinek xwepêşanderên di serhildanan de jiyana xwe ji dest dayîn veguherî xwepêşandanek mezin û gelek dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê hatin berzkirin. Li bajarên Xoy, Urmiye, Pîranşar, Serdeşt, Bokan, Mihabad, Seqîz, Merîwan, Dîwandere, Kamyaran, Sine, Bîcar, Dêwlan, Pawe, Serpêlî Zehaw, Sehne û Îlamê bi pêxistina agir û girtina rê li trafîkê xwepêşandan û çalakî hatin li darxistin. Di heman demê de dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo dîktator’ hatin berzkirin.

Merasîm veguheriye xwepêşandanê

Her wiha duh li gelek bajaran bi taybet bajaran Serdeşt, Sine, Kamyaran û Dêwlan heman şêweyî xwepêşandan û çalakî hatin li darxistin. Li bajarê Sehne bi hezaran kes ji bo tevlîbûna merasîma salvegera koça dawî ya hunermendê navdar yê yarsaniyan Seîd Xelîl Elî Nejad, kombûn. Lê hêzên ewlekariyê êrîşî girseyê kir û merasîm veguherî xwepêşandanê.

Li gelek bajaran çalakî berdewam dikin

Li gorî çavkaniyên herêmî di encama xwepêşandanên duh yên li bajarên Bokan, Pîranşar û Mihabadê de herî kêm 4 xwepêşander jiyana xwe ji dest dane. Li ser asta Îranê jî roja îna borî, li gelek bajarên Sistan û Belucistanê; Zahîdan, Êranşehîr, Rasik, Xaş, Peşîn, Çabehar, Aşar û Serawan meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di heman demê de li bajarên Tehran, Qezwîn, Tewrêz, Bender Ebas, Şîraz, Îze, Semîrom, Erdebîl, Babol, Xumeyn, Bender Deyir û hinek navçeyên din ên Îranê çalakiyên cuda cuda berdewam bûn.

350 kes hatine qetilkirin

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka xwepêşandanan heta niha zêdetirî 350 kesan hatine qetilkirin ku ji vê hêjmarê jî 50 jê zarok in. Sindoqa Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya herî dawî de bang kir ku hedefgirtina zarokan demildest divê bi dawî bibe.