spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên şemiyê ji bo jinên winda daxuyanî dan

Çalakiya malbatên windayên ku di bin çavan de hatibûn girtin,  di hefteya 919’an de li Parqa Koşûyolû ya Amedê berdewam kir.

Dayikên Şemiyê û kesên ku xizmên wan di bin çavan de hatine windakirin û kuştin ji bo faîlên wan bêne darizandin îro li Parqa Koşûyolû ya Amedê bi beşdariya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosayê û Tora Têkoşîna Hevkar a Tundiyê ya Amedê (DŞMAB) daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de endama ÎHD’ê Jiyan Ormanli axivî û wiha got: “Ev hefteya 919’emîn e em li windaya digerin û ev vîn aştîyê bikartîne heqîqetê derdixe û ji bo ku edalet mayînde bibe û vîna jinan derbikeve holê em têdikoşin. Bi taybetî di salên 90’î de bi hezaran faîlên wan ne diyar hene. Dayikên şemiyê, di şeran de ji yekî zêdetir zarokan wan hem hatine kuştin û hem jî revandin. Dayik bê navber di têkoşîna mayînde de bi israr, bi bawerî li berxwe didin û dê li berxwe bidin.”

Ji bo jinên winda daxwaza edaletê kirin

Di dawiyê daxuyaniyê de seroka şaxa Amedê ya ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr axivî û bal kişand ser rewşa jinên ku hatine windakirin û wiha axivî: “ Di sala 1991’an de li Cizîrê Makbûle Otken a ku di bin çavan de hatibû windakirin, piştî 18 salan di dema xebata rêyan de rastî hestiyên wê hatibû dîtin û ji bo wê jî edalet tê xwestin. Di sala 1992’an de Bedriye Gumuş ji bo ku nebûn cerdevan û êrîşên dewletê protesto kiribû ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin. Ji bo wê jî daxwaza edaletê hatibû kirin. Ji bo gelek jinên wek Ayten Ozturk, Ridda Yavûz, Sedîka Dal, Lutfiye Kaçar, Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû, Ayşenûr Şîmşek, Şukran Daş, Fahriye Mordenîz, Zozan Eren, Neslîhan Uslû, Konca Kûrîş, Hamîde Şarli, Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û kurê wê yê 3 salî û ji bo keça wê û herî dawî ji bo Gulistan Dokû, edalet tê xwestin. Kesên ku di bin çavan de hatine qetilkirin û faîlên wan nayên darizandin em ji bona hemûyan daxwaza edaletê dikin.”