spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk êrîşê Kobanê, Qendîl, Dêrik, Şehba û Girê Spî dike

Balafirên şer ên dewleta tirk di seatên şevê de gelek bajarên wek Kobanê, Qendîl, Dêrik, Şehba û herî dawî jî Girê Spî bombebaran kir.

Îşev dewleta tirk di destpêkê de li Kobanê ya ku dikeve rojavayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; gundê Belûniyê yê girêdayî Şehbayê ya ku dikeve başûrê rojavayê Kobanê û bi balafirên şer gundê Teqil Beqil ê nêzê Qereçox a girêdayî Dêrikê ya li rojhilatê Herêma Xweser bombebaran dike.

Dewleta tirk êrîşê ambara genim Dehir Ereb a li bakurê rojhilatê Zirganê kir.

Li Girê Spî mirî û birîndar hene

Piştî êrîşê hat hînbûn ku li gundê Qizêlî yê Girê Spî, mirî û birîndar hene. Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşkerên hikûmeta Şamê, di encama bombebaranê de birîndar bûne.

Dema ku xelqê Dêrikê xwest here alîkariya kesên birîndar êrîşa duyem li ser Teqil Beqilê pêk hat. Êrîş hê jî didomin.

Êrîş li ser Qendîl û Asosê jî heye

Li gor nûçeyên ku tên parvekirin, balafirên şer ên dewleta tirk Qendîl û Çiyayê Asosê jî bi dijwarî bombebaran dikin.