6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Foza Yûsif: Em ê xaka xwe biparêzin

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed, Endama Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsîf û Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Yûsif, diyar kir ku ew dê li hemberî tu êrîşan serî netewînin û xaka xwe biparêzin.

Bertekên li dijî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hevseroka Giştî ya TEV-DEM’ê Rûken Ehmed têkildarî bombebarana dewleta tirk ji ANF’ê re axivî û got ku dewleta tirk hewl dide xitimîna xwe ya li hundir bi van êrîşan derbas bike û veşêre. Ehmed, diyar kir ku dewleta tirk ji bo ku di hilbijartina pêş de encamekê bi dest bixe serî li êrîşeke wiha da û dixwaze sedsaleke din jî bi civakê bide windakirin.

Bi domdarî Ehmed wiha bang li gel kir: “Dewleta tirk tengijî ye. Ji ber ku gelê kurd tevî dostên xwe li qadan in. Ji bo ku van êrîşan vala derxînin, divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Divê civaka me bizane ku dibe sibe dereng be. Li şûna ku ji ber bombebaranan koçber bibe, divê gelê me dakeve qadan û van êrîşên dewleta tirk bide sekinandin.”

Foza Yûsif: Em ê tolê hilînin û serî netewînin

Endama Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî. Yûsif bertekên tund nîşanî êrîşan da û wiha got: “Bila tevahiya cîhanê baş pê bizane ku em ê serî li hemberî van êrîşan netewînin û xwe biparêzin. Em ê teqez tola şehîd û birîndarên xwe hilînin. Dewleta tirk li pêş çavên hemû hêzên cîhanê bi hovane êrîşî xaka me dike û em van êrîşan şermezar dikin. Em bêdengiya hêzên navdewletî jî şermezar dikin. Ev êrîş, parçeyeke polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê me ye. Dewleta tirk dixwaze herêmê vala bike. Lewma divê gelê me li dijî vê polîtîkaya tunekirinê xwedî helwest be û xwedî li nirxên xwe derbikeve.”

Salih Muslim: Ji bilî parastinê tu rêyeke din tuneye

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim jî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê axivî. Muslim, destnîşan kir ku faşîzma dewleta tirk li ber mirinê ye û wiha domand: “Êrîş rê li ber texrîbatan vedikin û ev jî nîşaneya bêçaretiya wê ye. Komploya wan a Stenbolê negirt. Tu tişta ku dixwest pêk nehat. Lewma hewl didin kurdan bi van êrîşan bitirsînin û mîna DAIŞ’ê terorê bikin. Gelê kurd polîtîkayên wan baş fêm kiriye. Gelê kurd gund û bajarên xwe vala nake. Ya ku ji me tê xwestin, parastina çar parçeyên Kurdistanê ye. Lewma jî di çarçoveya parastina rewa de ji destê me çi tê divê em bikin. Ji bilî parastinê, tu rêyeke din li ber kurdan nîne. Divê hemû gelên cîhanê li dijî van êrîşên hovane yên dewleta tirk dengê xwe derxînin. Faşîzma tirk ji bo her kesî xetere ye. Divê hêzên kurdistanî piştevaniya hev bikin û xwe bi hev re biparêzin.”