3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye bi alîkariya PDK’ê êrîş dike’

Di şeva 1’ê sibatê de, balafirên şer ên dewleta tirk hemwext, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Dêrik a rojavayê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hesîbe Ebdullah têkildarî êrîşan ji Rojnews’ê re axivî û got: “Em weke YNK’ê van êrişên dewleta tirk şermezar û mehkûm dikin. Tirkiye bi tenê nikare van êrişan bike, bi piştgiriya aliyek siyasî yê kurd dike ku serwerî, sînor û asmanê Iraqê û Herêma Kurdistanê derbas dike. Ev hemû xala reş ên rejîma Erdogan û hevkarên wê ne. Êdî nabe hikûmeta Iraqê bêdeng be.”

Hesîbe Ebdullah diyar kir ku ev êriş hewldanek bê encam in û wiha domand: “Êrişekî faşîstane ye. Dixwazin xelkê bê îrade bike û îradeya wan radest bikin. Li gel civaka xelkê Kurdsitanê û Iraqê jî aşkere ye ku PDK hevkarê Tirkiyeyê ye. Eger bi piştgirî û alîkariya wan nebe, wê Tirkiye nekare wiha bike û li nava xaka Kurdistanê sûc bike ku ji esman û bejahî ve êriş dike û çend baregehên Tirkiyeyê yên sereke li ser xaka Herêma Kurdistanê heye.”

Hesîbe Ebdullah bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û wiha domand: “PDK weke hikûmet bersiv nade. Ji ber ku hevkar û piştgirî û piştevan e. Her tişta ku bi navê parastina xaka Herêma Kurdistanê dike, tenê ji bo berjewendiyên xwe ne. Di rastiyê de tiştek wiha nîne. Niha PDK, nava mala kurdan belav kiriye û bi cih hiştiye. Diçe di nava du eniyên Şîe û Sunne de navbeynkariyê dike. Hewla rêxistina mala Şîeyan dike. Ev jî kiriye berjewendî û bi Iraqiyan difiroşe.”

Hesîbe Ebdullah diyar kir ku divê demê de çavê her kesê li ser Rojavayê Kurdistanê û gerîlayên PKK’ê ye û wiha domand: “Ev hewldanên Tirkiyeyê ku êrîşî Qendîl û Rojavayê Kurdistanê dike ji bo zîndîkirina DAIŞ’ê  ye. Dixwazin dubare bihêz bikin û rêxistin bikin. Ev hemû hewildanên valane û wê pêk neyên. Îradeya pola ya xelkê Kurdistanê, şervan û gerîlayên PKK’ê gelek ji wan bihêztir e. Wê didawiyê de serkeftin her ya wan be.”