spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komedyaya sedsalekê: Tiştekî şahane ye jiyîn

Ger em ê jiyînên li nava “sînorên Tirkiye”ya fermî bi rêbazeke Sokratesî veçirînin, rastî û xwariyên di nava ramyariya çêkirî de bi awayekî diyalektîkî ji hev derxînin, em ê bi temaşekirina li mirêka bîst salên dawîn ên komara vê pergalê karibin hemû rastî û hêmanan li pêşberî xwe bibînin.

Çerxa pergala dawîn a komarê ji ta û derziyê heta bi rabûn û rûniştinê, ji çand û zimên heta bi berhem û gencîneyên mirovatiyê, ji zarokan bigire heta bi jin û pîran, ji exlaq bigire heta bi ol û baweriyan hemû dane ber xwe û wan hey dihêre, wan hey tune dike. Digel ku bi ti awayî çandeke wan a qedîm ku karibin bi şaristaniyê re parve bikin nemaye jî, hemû çandên qedîm ên şaristaniyên Mezopotamyayê bi bêqîmetkirin, êrîşkirin, rizandin, danjibîrkirin û biçûkxistinê yek bi yek diqedînin û weke nûnerên dawîn ên dewleteke sedsale peywira xwe ya prîmîtîfî temam dikin.

Vê komarê di dawiya sedsala bûneweriya xwe ya statukoparêz de bi dehan zimanên li nava sînorên xwe tune kirine û zimanekî weke kurdî ku binyata wî digihîje zend-avestayî, hîtîtî, somerî, hurrî-mîtanî û yên dîtir, daxistiye asta dersên hilbijartî û me kurdan hê jî pê re diştaxilîne. Helbet kurd dê di sala 2022’yan de bi hewldaneke seferberî vî mafê xwe yê BIDESTXISTÎ bi kar bîne û bi destnîşankirina sedhezaran daxwazkarên xwe serencameke REFERANDÛMî jê bi dest bixe. Û helbet her encameke referandûmekê dê rê li ber gavên pêşdetir ên referandûmên dîtir veke. Her çiqasî mijara referandûmê bi zerengiyek berfireh a nivîseke dûdirêj dikare were vegotin jî, em ê bi mînakeke şênber a li Swîsreyê vê mijarê zelal bikin: Referandûma li ser zewaca heman zayendan (Le référandum sur le ‘mariage pour tous’).

Referandûma zewaca ji bo herkesî ya li Swîsreyê, ji bo destûra rewakirina zewaca hemzayendî di Qanûna Medenî ya Swîsreyê de 26’ê îlona 2021’ê li ser daxwaza temsîlkarên gel referandûmek hate çêkirin û bi dengên erêkirina ji sedî 64.1’ê encamek erênî wergirt. Pê re jî mirovên ku weke mêr-mêr, jin-jin berê bi awayekî pratîkî bi hev re bûn, bi rêya qanûnan jî mafê bihverebûna xwe û bûyîna xwedî zarokan di ser jinekê re wergirtin û mijar ji rojeva civakê derket. Ev mafê ku li pirahiyê cîhanê hîna weke tabûyekê tê hesibandin, beriya bi salan li Swîsreyê ji teref hin partiyan hatibûn rojevê û di referandûmên berê de nehatibû pejirandin. Lê di gava duyem de bi ser ket.
Meseleya zimên ku li welatekî weke Swîsreyê bi çar zimanên fermî (almanî, fransî, îtalî û romansî) di rêvebirina pergalê de cih digire, li welatekî weke Tirkiyeyê sedema tunekirina mirovan e. Îcar, zimanê kurdî ku ji bo hemû kurdan mezeloqa nava xerca netewî ye, ligel hewldanên çil salên dawî dikare bi hewldana 2022’yan encameke erênî ya referandûmî bi dest bixe û ji bo referandûmên gavmezintir jî bibe pêpelûkek navberê. Ji lewre ziman xerca yekitiya netewî ye.

Ziman ji bo milletên dîtir ên li nava Tirkiyeyê jî, “hêlîna xwebûnê” ye. Ger ziman neyê bikaranîn, ew hêlîn ji hev dikeve. Ji ber ku dewletparêz her dem êrîşan dibe ser mirovên xwedî zimanekî dîtir. Dema dijberiya yên dîtir dikin, hemû çek û techîzatên dijminantiyê bi zimanê tirkî dikin. Ji lewre tirkî bi her gotin û biwêjên xerab tijî kirine. Di zimanê tirkî de gotinên weke “kurd, ermen, pontus, yûnan…” gotinên sixêf û dijûnan e. Dema Yaşar Kemalê kurd radibe bi zimanê tirkî wêjeyê bi pêş dixe û wî zimanî dike endamekî Nobelê, dîsa dikeve hedefa tîrên wan û ew ji berhemên wî re dibêjin, “Çend romanên qûnşikestî”. Dema Yilmaz Guneyê kurd bi fîlmên xwe dengê sînemaya tirkî li cîhanê belav dike, mohra terorîstiyê lê dixin û dibin sedema mirina wî jî. Herî dawî Sezen Aksu ya diya wê selanîkî û bavê wê laz xistin ser textebana êrîşê û xizmeta wê ya pêncî salan tune hesibandin. Çinku Sezen Aksu ne wekî wan e, çinku ew hunermend e, çinku ew stranên xwe bi tirkî, kurdî, romanî, yewnanî, îngilîzî û zimanên dîtir jî distirê, çinku ew jineke serbixwe ye û gotinên xwe ti caran texsîr nake.

Çawa ku parlamentera kurd Semra Guzel ji ber wêneyekî pênc sal berê kirin hedefa êrîşên xwe, Sezen Aksu ya diya wê selanîkî û bavê wê laz jî ji ber gotinên stranekê wê (2017) kirin hedef. Ji bo ku statukoya xwe berdewam bikin dê li vê derê jî nesekinin û vê dijbertiyê derxin herî lûtkeyê.

Strana navborî ya Sezen Aksu ku gotinên stranê ji zimanekî din wergirtiye û li zimanê tirkî aniye, bi hemû gotin û şibandinên xwe jiyanî ne. Zimanê stranê hêsan e, peyamên tê de jiyanî ne, ‘Adem û Hawaya’ tê de hemû mêr û jinên jiyanê ne. Şibandinek û rexneyeke îronîk tê de heye. Sezen Aksu weke her dem bi xwebûna xwe ya jin, stranbêj û hunermend straneke ŞAHANE pêşkêş kiriye. Li me kurdan û hemû hunerhezan dikeve ku em li kêleka wê cih bigrin û nehêlin ji teref mêrekî qerase ve were tunekirin. Ew gefa mêrê qerasê ku dibêje, “wextê wê were em ê wî ZIMANÎ JÊBIKIN” bi me xerîb nayê. Çinku bav û kalên wan her tim ziman jêkirine. Li me dikeve ku em zimanên jêkirî ji nû ve vejînin û em gotinên xerab ên di ser zimanê tirkî re nema qebûl bikin. Çinku wan zimanê zarokên me, zimanê dêbavên me, zimanê cîranên me, zimanê Yilmaz Guney û Ahmet Kaya, zimanê Tahir Elçi, zimanê Hrant Dink, zimanê siyasetmedaran, zimanê stranan, zimanê nivîskaran, zimanê şervanan, zimanên hemû ciherengiyên milletên din di ber nîjadperestiya xwe de jê kirin û ew ji xwe re kirin qurban.

Wan trajediyên mezin bi mirovan dan jiyîn, wan bi jêkirina zimanan ew veguherandin trajîkomediyan û di roja îroj de li dawiya Komedyaya xwe ya Sedsalê rawestiyane. Em ê bi parastina zimanan bi zikopişto bibin şahidê fînala wê jî. Ji qewla Sezen Aksuyê, tiştekî şahane ye jiyîn û bi kesk û sor û zer hatina biharan.
Ji bo piştgiriya zimanan, ji bo hunerê û ji bo hunermend Sezen Aksu min gotinên stranên wê li kurdî anîn û pêşkêşî hemû kurdîhezan dikim ku li hêlîna xwebûnê xwedî derdikevin.

Tiştekî şahane ye jiyan*
Bi xweşiyên xwe, bi reşiyên xwe
Çi tiştekî şahane ye jiyîn
Noqavbûn, çiksekinîn
Bi hezar leystokên xwe’y bêbingehîn

Em siwarên ne xêr û bêrê
Diçin ber bi qiyametê ve
Silav bikin li wan xafikên
Adem û Hewayê ve

Îro dîsa, îro dîsa
Berê me li kendêl,
pişta me li çiyan e

Ilhes em ê bişewitin,
Helbet
Ew ê jî bişewitin

Gul jî heye, strî jî
Evîn jî heye, şer jî
Her tişt ji bo me gişan e
Nesîb di jiyanê de

Bi şahyan û stranan
Wexêrkirina havînan
Şahane ye bi sor,
mohr, kesk û lîlayan
Hatina biharan

*Lêanîna li zimanê tirkî: Sezen Aksu
Xwediyên gotinên resen: Alexander
Dim Papaconstantinou, Sam Debbie,
Djupstrom Bjorn Mats Johan, Hajji Bilal,
Jannusi Achraf,
Khayat Nadir –
Wergera bo kurdî: Yaqob Tilermenî