28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dozger û polîsan sûc kiriye’

Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê de girtin. Polîsan avahiyê dorpêç kir û li hundirê komeleyê lêgerînê kir. Polîsan bi hinceta Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê der barê rêveberê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar de lêpirsîn daye destpêkirin bi ser ÎHD’ê de girtine. Polîsan bi seatan komeleyê dorpêç kir û li hundirê komeleyê lêgerîn kir. Pişt re di çarçoveya lêpirsînê de Ferhat Berkpinar binçav kirin û birin Semsûrê. Polîsan di serdegirtina komeleyê de dest danîn ser belgeyên komeleyê. Piştî serdegirtinê rêveerên ÎHD’ê li avahiyê daxuyanî dan. Rêveberên HDP, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Dozgre sûc kiriye’

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê daye destpêkirin de polîsan bi ser komeleya wan û mala rêveberê wan Ferhat Berkpinar de girtiye û wiha got: “35 sal in ÎHD ji bo parastina mafê mirovan têdikoşe. Kes nikare xebatên parastina mafê mirovan sûcdar bike. Em niha nexwedî wê agahiyê ne ku çima serdegirtin û lêgerîn hatiye kirin. Li ser dosyeyê biryara sînordarkirinê heye û tu agahî nedana me. Di lêgerînê de dest danîn ser belge û ewraqên saziya me. Me şerhê xwe danî lê di girtekê d qeyd nekirin. Em dibêjin hem dozger hem jî polîsan sûc kiriye. Em ê di vê derbarê de jî giliyên pêwîst ên hiqûqî bikin.”

Zeytûn bal kişand ser têkoşîna parastina mafê mirovan û wiha axivî: “35 sal in bêrawestan ev komeleya me ji bo mafê mirovan dixebite. Komeleya me bi israr têkoşîna hiqûqî û maf dide. Kes nikare deriyê ÎHD’ê bişikîne û wisa bikeve hundir. Em carek din bi bîra van berpirsiyaran dixin, Gelek caran serdegirtinê wiha li ser komeleya me hatine kirin û hevalên me hatine binçavkirin lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ji van sûcdaran re dibêjin hûn nikarin wisa êrişî saziyek ku têkoşîna mafê mirovan dike bikin.”

ÎHD ne kargehek e

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivî û got: “Em qebûl nakin ku bi darê zorê deriyê ÎHD’ê were vekirin. Destûr nehat dayîn ku ev rewş derbasî girtekê jî bibe. Bi ser mal û kargeha rêveberên ÎHD’ê Ferhat Berkpinar de girtine. Lê em dibêjin û bi bîra wan dixin, ÎHD ne kargehek e, ev komeleyek mafê mirovan e. Em qebûl nakin bêyî rêveberên komeleyê derî were vekirin û lêgerîn pêk were. Em ê îro li dijî vê îtîraz bikin. Em serdegirtina ÎHD’ê şermezar dikin.”