3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Bi êrîşa Mexmûr û Şengalê tola DAIŞ’ê hiltînin

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil bi minasebeta salvegera komkujiya jêrzeminên li Cizîrê Hevserokên Meclîsa Gel Asya Yuksel û Mehmet Tunç bibîr anî û wiha got: “Ez kesên di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bibîr tînim. Di ser komkujiya jêrzemînên Cizîrê re 6 sal borîn. Lê hêj faîlan hesab nedaye. Heman hişmendî li ser kar in. Hêj kurdan qetil dikin, dijminantiya kurdan dikin.

Em êrîşan şermezar dikin

Gunay, bal kişand ser êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Heseke û wiha axivî: “Di êrîşên DAIŞ’ê de 121 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê dixwazin. Heman hişmendiyê li Mexmûr, Şengalê û Dêrikê êriş pêk anîn.

Li gel van êrîşan rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê bêdeng e. Piştî van êrîşan Nêçîrvan Barzanî, hat Tirkiyeyê û li Qesrê bi Serokkomar Erdogan re wêne kişand. Ev wêne erêkirina êrîşên li dijî kurdan e. Ev wêne erêkirina siyaseta şer a AKP’ê ye.”

Girtîgeh kirine îşkencexane

Gunay bal kişand ser rewşa girtîgehan û polîtîkayên Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Rewşa girtîgehan her roj xirabtir dibe. AKP û MHP girtîgeh kiriye cihê kuştin û îşkencexaneyan. Herî dawî li girtîgeha Boluyê girtiyê nexweş Mehmet Henifî Bilgîn jiyana xwe ji dest da. Piştre Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da. Her du jî girtiyên nexweş bûn. Mehmet Hanifî Bilgîn 29 sale girtîbû. 5 meh mabû ku bê berdan. Mixabin, wekî buyerên din jî desthilatdaran girtiyê nexweş tahliye nekir. Cenazeyê wî da maltaba wî. Em van kirinan û pêkhatinên desthilatdaran qebûl nakin. Niha li Wan û Amedê malbatên girtiyan nobatê dadê li hemberî van îşkeyan digirin. Em bang li raya giştî dikin da ku ew hişyar bibin. Divê demildest Aysel Tugluk û nexweşên girtî bên tahliyekirin.”

AKP-MHP dixwaze tola DAIŞ’ê bigire

Gunay, herî dawî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî DAIŞ’ê jî rexne kir û wiha got: “Li hemberî kurdî di her aliyê de êriş û zordarî berdewam dikin. Li hemberî zimanê kurdî him li hemberî girtiyên nexweş li derveyê sînor jî êrişên dijwar berdewam dikin. Herî dawî êrişê Şengal, Mexmûr û Dêrikê hate kirin. Em dizanin ew êriş, bombebarankirinê AKP-MHP karê ku DAIŞ temam nekiriye dixwazin kirinên DAIŞ’ê temam bike. Dixwaze tola DAIŞ’ê bigire. Li tu deverê dinyayê êrişên li hemberî qadên sivîl nayê qebûlkirin. Tu exlaq siyaset van êrişan qebûl bike û tû kes nikare van êrişyan rewa bide nîşan. Ev di heman demê de sucê şer e. AKP sucê mirovahiyê pêk tîne.”