3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêka Çepgiriyê

Ev çend roj in du nivîsan bala min kişandin. Yek ji wan nivîsa nivîskara rojnameya Evrensel Hediye Levent bû, ya din jî hevpeyvîna Îrfan Aktan a bi Alper Taş re bû. Hediye Levent li ser êrîşa DAIŞ’ê ya bi serdegirtina girtîgeha li Hesekê nivîsandibû. Hevpeyvîna bi Alper Taş re jî li ser tifaqa bi HDP’ê re bû. Her du kesayet jî wekî çepgir têne naskirin. Di heman demê de hem rojnameya Evrensel hem jî Alper Taş bi salan bi piştgiriya têkoşîna gelê kurd derketin pêş. Di vî warî de mirov dikare bêje hem Hediye Levent û hem jî Alper Taş bi dostaniya kurdan têne naskirin. Bes herdû nivîsên ez behs dikim rê li ber nirxandineke nû vedikin. A rast, nirxandin bi dehan sal e didome. Lê ev her du nivîs dihêlin ku mirov pirsgirêkê hinek din vekirî bibîne.

Hediye Levent nivîsa xwe ya hefteya borî ji geşedanên rojava re veqetandibû. Li ser êrîşa girtîgehê bi sernivîsa “DAÎŞ’ê hunera xwe nîşan da” nêrînên xwe anîbûn ziman. Lê dema mirov nivîs dixwend, aciziya wê ya ji şoreşa rojava jî hîs dikir. Nivîs bi gumanên li ser HSD’ê hatibû tijekirin. Dibe ku xwestibe balê bikşîne ser talukeya DAIŞ’ê. Dibe ku xwestibe bêje “DAIŞ hê jî bi qewet e û têk neçûye.” Jixwe di her derfetê de rayedarên rojava tînin ziman ku talukeya DAIŞ’ê didome. Lê zimanê ku Hediye bi kar tîne û yê ku rayedar bi kar tînin naşibin hev. Her wiha nivîskar di navbera rejîma baas û rêveberiya xweser de jî miqayesê dike. Her wekî bêje ‘Esad vî karî ji we baştir dike.’ Lê divê zanibe ku ne şert û mercên rejîm û rêveberiya xweser wekî hev in ne jî feraseta her duyan dişibe hev.

Ez bawer im Hediye Levent nêzîkatiya rêveberiya xweser a li hemberî rejîmê baş zane. Dizane ku dijberiyeke dogmatîk nake. Rêveberiya Xweser dixwaze bi şêwazeke nû bibe hêviya jiyaneke nû. Lê mixabin ji aliyê dewletên derdorê ve hatiye dorpêçkirin. Her çiqasî ji aliyê gelan ve were hezkirin jî hêzên hegemonîk alîkariya pêwîst nadin rêveberiyê. Gelek ji wan jî dixwazin ku rêveberiya xweser têk biçe.

Mesele balkêş e, Hediye di nivîsa xwe de hem qala kêmaniyên HSD’ê dike û hem jî behsa binpêkirina mafan a ji aliyê HSD’ê ve hatine kirin dike. Lê behsa “Ev êrîş çawa hate plankirin?” nake. Behsa “DAIŞ ji bo hunera xwe nîşan bide alîkarî ji kê girt” nake. Berovajî di nav hewldanê de ye ku bêje “ev bûyer ji ber neheqiya ku HSD li gel dike pêk hatiye.” Geh dibêje “Di girtîgehê de ji bîlî çeteyan, kesên nexwestine biçin leşkeriyê jî hebûn.” Geh jî dibêje “Şêniyên wê taxê ereb bûn û ji HSD’ê nexweş bûn.” Her çiqasî bêje mebesta min ne ev e jî lê di encamê de ji DAIŞ’ê re rewabûnekê çêdike. Dibe ku haya wê jê tune be lê dema DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir sebep û armanc ji van gotinên wê pir dur bûn. Êrîşên hemdemî yên li aliyê din ên Rojava û Şengalê plan û armanca êrîşê hinek eşkere dike.

Heke bixwazî balê bikşînî ser xetereya DAIŞ’ê, di serî de ji alîkariya dewletên derdor dikarî dest pê bikî. DAIŞ niha bi serê xwe ne tiştek e. Her çiqasî hucreyên razayî hebin jî heya alîkarî ji derdorê nestîne û îcazeta wê tune be ji bilî êrîşên fevrî nikare tiştekî bike. Mixabin Hediye Levent bi vê nivîsa xwe di cihê balê bikşîne ser vê rewşê di nav hewldanê de ye ku sedema êrîşê bixe stuyê HSD’ê.

Beriya çend hefteyan HDP’ê ji bo riya sêyemîn bangewaziya avakirina tifaqekê kir. Di encamê de hinek partiyên çepgir erênî hinekan jî neyînî bersiv dan. Hinekan jî ligel bersiva erênî hinek pêşniyarên xwe bi raya giştî re parvekirin. Mijara tifaqê niha hê jî di rojeva partiyên çepgir-sosyalîst de ye. Bes helwesta herî balkêş ji aliyê Partiya Çep ve hate nîşandan. Partiya Çep rasterast got “Em di tifaqeke ku HDP di nav de be cih nagirin.” Li ser vê helwesta Partiya Çep, rojnamevan Îrfan Aktan bi Alper Taş re hevpeyvînek kir.

Alper Taş serokê giştî yê ODP’ê bû. Piştî ku ODP’ê navê xwe guhert û veguherî Partiya Çep Alper Taş di lijneya serokan a partiyê de cih girt. Niha jî di nav kar û barê partiyê de bi awayekî aktîf cih digire. Ango ev hevpeyvîn di heman demê de nêrîna Partiya Çep jî diyar dike.

Alper Taş di tevahiya hevpeyvînê de rexneyan li tevgera azadiyê dike û dibêje “Di bin siya HDP’ê de tevgereke sosyalîst nikare pêş bikeve.” Sedem jî wiha dide nîşan dan ku HDP bi siyaseta ‘nasname’ re zêde mijul dibe. Li gorî wî siyaseta nasnameyê dikeve pêşiya têkoşîna proleterya û ev jî li pêşiya meşandina têkoşîna sosyalîzmê dibe asteng. Ev jî ne bes e li gorî wî sedemeke herî mezin a pêşneketin û belavbûna tevgera çepgir û sosyalîst li tirkiyê tevgera azadiyê bixwe ye. “Tevgera azadiyê (tevgera siyasî ya kurd) bi mudaxaleya hem ji derve hem jî ji hundir ve bandoreke neyînî li ser belavbuna ODP’ê kir.” Yanî dixwaze bêje ku ne wisa bûya dê ODP pêşengiya sosyalîzmê kiribûya û şoreş kiribûna.

“Tevgera azadiyê ji tifaqeke wekhev û hevhêz re ne amade ye.” Dema mirov van gotinan dibihîze matmayî dimîne. Ji aliyê din ve heqîqeta rexneyên li ser çepgiriya li Tirkiyê jî radixe ber çavan. Heke sosyalîzm bi HDP’ê ne pêkan be û heke tevgera azdiyê ji tifaqeke wekhev re en amade be wê demê evqas bedel ji bo çi ne, evqas têkoşîn ji bo çi ye, evqas qîr û hawar ji bo çi ye? Heke têkoşîna tevgera azadiyê tenê ji bo nasname be wê demê çima li her çar parçeyên Kurdistanê bi partiyên din ku xwe Kurdistanî dihesibînin re di nava têkoşînê de ye? Çima bi hêsanî naçe li kêleke Nêçîrvan û Mesut Barzanî re rûnanê? Çima ji bo nasnameya kurd bi dewletên hegemonîk re peymanan çênake? Çima bi israr dixwaze pergala kongreyan ava bibe? Heke fikriyata HDP ne sosyalîst be wê demê çima ji bo di nav dewletê de bibe xwedî cih polîtîka nameşîne, çima nexwest bibe şirîkê desthilateke kapîtalîst? Gelo ji bilî HDP’ê kîjan partî ewqas bi pirsgirêkên karker û kedkaran re eleqedar dibe?

Alper Taş tîne ziman ku di pêşneketina tevgera sosyalîst de kêmaniyên wan bixwe jî hene lê nakeve meseleya kêmaniyên xwe. Seranser nêzîk dibe. Jixwe pirsgirêka rasteqîn jî ev e. Heya niha çepgiriya Tirkiyê bi awayekî hurgilî rewşa xwe ranexistiye ber çavan. Ji salên 90’î û vir ve kêmaniyên tevgerên sosyalîst têne nîqaşkirin. Rêberê gelê kurd birêz Ocalan jî li ser sosyalîzmê nirxandinên nû kirin. Tevgera azadiyê jî li gorî van nirxandinan xwe nûjen kir û ev nirxandin hê jî didomin. Lê li Tirkiyê ji bilî têkiliyên tifaqên siyasî tevgera çepgir û sosyalîst rojeveke esasî ya guhertin û veguhertina sosyalîzmê neda avakirin. Hewldanê birêz Ocalan û tevgera azadiyê pir çêbûn. Mixabin li gorî Alper Taş ev hewldan xwesteka çewisandina tevgera çepgir a Tirkiyê ye. Li gorî wî tevgera azdiyê dixwaze bi van hewldanan tevgerên çepgir bixe bin bandora xwe û li gorî xwesteka xwe wan bi rê ve bibe. Ev feraset bixwe pêşneketina tevgereke sosyalîst a serbixwe radixe pêşberî çavan. Hem ew bixwe riyeke nû pêş naxin hem jî hewldanên pêşxistina riyeke nû û cuda wekî hewldanên niyet xerab digirin dest. Tew ew jî ne bes e, li gorî wî hinek çepgir hene ku ji tevgera azadiyê bêtir kurdperest in. Yanî kesên ku bi tegera azadiyê re tevdigerin li gorî wî ne dilsoz in û ji sosyalîzmê û tevgera serbixwe a çep jî fam nakin.

Hem nivîsa Hediye Levent hem jî hevpeyvîna Alper Taş têra xwe ‘pozbilindiyê’ dihebînin. Ji her derê wan feraseta ‘ez dizanim’ dibare. Ez nabêjim ev kes dijberiya kurdan dikin. Lê bi hişmendiyeke nerast nêzîk dibin û encama vê nêzîkatiyê jî zêdetir kurdan diêşîne. Hê jî bi arguman û termînoliya kevin mijaran digirin dest û wisa nêzîk dibin. Tu dewlet û tu tevger wekî bîst sal berê tevnagerin, nikarin wekî bîst sal berê tevbigerin. Tevger û kesayetên çepgir jî nikarin bi heman rêbaza sih salê berê tevbigerin. Heman tişt ji bo nêzîkatiya tevgera azadiyê jî derbasdar e.

Ev her du helwest travma û bertekên gelê kurd ên li hemberî tevgerên çepgir baştir didin fêmkirin. Hediye Levent rejîma Esad ji HSD çêtir dibîne, Alper Taş jî laîktiya CHP’ê ji ‘gelbûna’ HDP’ê pêşketîtir dibîne.

Dem diguhere, kes diguherin lê feraset heman dimîne. Gelê kurd darbeyên herî mezin ji dewletên ku li ser navê sosyalîzmê tevdigeriyan xwarin. Armanca dewletên hegemonîk jixwe diyar bû. Lê gelek caran baweriya xwe bi sosyalîstan dianîn. Sosyalîstan çi dikir? Xwe amade dikirin biçin li welatên din şer bikin, mixabin kurd li ber çavên wan dihatin perçiqadin û qetilkirin. Lê ne xema wan bû. Li ser navê ‘pêşketîbûnê’ her tim bi çavê paşverû li tevger û têkoşîna gelê kurd hate nihêrtin. Di dema destpêka sovyetan de ji bo şikandina serhildanê kurd, sovyetan alîkariya siyasî û leşkerî dan komara tirkiyê. Îro hema bêje yek dewletên qaşo sosyalîst ku piştgirî didin gelê kurd tune ne. Hema bêje hemû dewletên -hindik be jî- xwe sosyalîst nîşan didin alîkarî û piştgirî dan partiyên dewletê. Enternasyonala Sosyalîst demek dirêj AKP wekî endamê xwe digirt dest. CHP’ê serokatiya enternasyonala sosyalîst dikir. Mixabin niha jî di cihê ku tevgera çep-sosyalîst kêmanî û xeletiyên xwe binirxînin de, dikevin nav hewldana ku tevgera azadiyê dîsa sucdar bikin. Helbet rayedarên HDP û tevgera azadiyê dê daxuyanî û bersivên pêwîst bidin. Lê feydeya vê nêzîkatiyê bi tu awayî ne ji çepgiran re ne jî ji fikriyata sosyalîzmê re heye.

Tevgera azadiyê îro di Rojhilata Navîn û cîhanê te bûye aktorekî piralî. Di nav xwe de her cure bawerî û etnîsîte dihewîne. Di nav de tevgerên cuda jî hene. Ji têkoşîna jinan bigire heya tevgerên çandî… ji gelek aliyan ve têdikoşe. Nabe ku ev tevger tenê bi ‘nasnameyekê’ were pênasekirin. Tevgera azadiyê bi serê xwe bûye tevgera enternasyonalîst. Di mezinbûna vê tevgerê de keda netewên derveyî netewa kurd, baweriya misilman, êzîdî, xiristiyan, elewî û hwd heye. Keda şehîdên şoreşgerên enternasyonalîst mezin e. Di rastiyê de heqîqeta sosyalîzmê jî ev e. Heke çepgirî û sosyalîzm ji nû ve werin şîrovekirin divê li ser vî esasî were nîqaşkirin.

Ez naxwazim dostaniya bi tevgera kurd re li vir pênase bikim. Lê heke daxwaza meşa bi hev re ya ber bi sosyalîzme ve hebe wê demê divê em rastiya hev qebûl bikin. Dev ji nîqaşên şêwazî berdin û bala xwe bidin ser pirsgirêka esasî. Ew jî ev e: Di cîhana nû de tevgera çepgir çawa be û sosyalîzm çawa were avakirin? Rêberê gelê kurd û tevgera azadiyê bi awayekî vekirî rêbaza xwe danîne holê û rayedarên wê di her kêliyê de mebesta xwe eşkere dikin. Niha dora tevgerên din e. Lazim e ji termînolojiya dogmatîk a berê dûr, bi awayekî serbixwe sosyalîzmê ji nû ve binirxînin. Bi wêrekî kêmaniya pêşengên çepgir û sosyalîzmê bigrin dest. Encex wisa dikarin hesreta van pêşangan a jiyaneke wekhev û azad ava bikin.