13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rojnameger Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin

Rojnameger û nivîskarê rojnameya Xwebûnê Mehmet Şahîn bi hêceta di salên 2010-2013’an de li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebitî ye, beşdarî daxuyaniyan bûye û bi çavkaniyên xwe nûçeyran re axivî ye tê darizandin. Şahîn bi îdiaya ‘rêxistin ava kiriye û birêve biriye’ doz lê hatiye vekirin. Danişîna 11’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamûr beşdarî danişînê bûn.

Hat dîtin ku şandeya dadgehê guheriye û şandeya nû hatiye tayînkirin zabitên danişîna berê xwend. Dadger got ew nimûneya îfadeyê ji polîsan hatiye xwestin nehatiye û ji ber xwe negihandine şahidê nepen ê bi navê ‘Kaplan’ îfadeya wî nehatiye girtin.

Dozger der barê dozê de mutalaya xwe ya danişînên berê dubare kir û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ xwest heta 15 salan cezayê hepsê li Şahîn were birîn.

Şahîn û parêzerê xwe jî ji bo dikaribin parastina xwe bikin daxwaza demê kirin. Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişînê taloqî 10’ê sibatê kir.