3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê li bakurê Sûriye operasyoneke taybet pêk anî

Artêşa DYA’yê bi tîmeke taybet êrîşî xaleke çeteyan a nêzî sînorê Tirkiyeyê kir. Balkêş e ku ev êrîş jî wekî ya li dijî serokê DAIŞ’ê Bexdadî bi heman şêweyî pêk hatiye. Li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ew êrîş bi rengekî serkeftî bidawî bûye bêyî ku tu zirar bigihîje leşekrên amerîkî.

Di daxuyaniyê de nehatiye gotin ku êrîş bi çi armancê an jî li dîjî kê pêk hatiye lê li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan di encama êrîşê de 9 kes hatine kuştin.

Êrîş li nêzî bajarokkê Etmê pêk hatiye ku wekî navenda çeteyên El Qaîdeyê tê bibnavkirin û gelek serçete li wê devera nêzî sînorê Tirkiyeyê hene.

Hêjayî gotinê ku serokê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî jî li wê herêmê di operasyoneke taybet de di 27’ê cotmeha 2019’an de hatibû kuştin.