19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye bi NATO’yê re li ser kurdan bazarê dike

Li gorî rojnameya Financial Times Tirkiye dengdana ji bo tevlêbûna Swêd û Fînlandaiyayê ya ji bo NATO’yê asteng kir. roja çarşemê 18’ê gulanê welatên NATO’yê xwestine ji bo daxwaza Fînlandiya û Swêdê dengdanekê pêk bînin lê Tirkiye bûye asteng û hin şertên xwe rêz kirine.

Li gorî heman çavkaniyê Tirkiye 3 şertên xwe li pêşiya tevlêbûna wan herdu welatan daniye û şertên wan ev in: Divê Fînlandiya û Swêd piştgiriya xwe ya ji bo rêxistinên ku Tirkiye wan wekî terorîst binav dike, berdin. Divê Swêd û Fînlandiyayê di vî warî de hin garantiyên zelal pêşinyar bikin û divê ambargoya li ser hinartina bo Tirkiyeyê rakin.

Ji aliyekî din ve der barê vê mijarê de Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell jî got ku ew bawere ku welatên NATO’yê dikarin vê yekê çareser bikin û wiha pê de çû: “Ez dizanim ku hin nerazîbûnên Tirkiyeyê hene û ez bawerim ku NATO’yê dikare çareser bike.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavişoglu jî li Almanyayê di hevdîtineke xwe de behsa vê mijarê kiribû û wiha gotibû: “Swêd û Fînlandiyayê bi rengekî aşkera piştgiriya rêxistinên PKK/YPG’ê dike ev yek ji hesasiyeteke mezin di nava gelê me de çêdike.”

Hêjayî gotinê ye ku Rûsya û Tirkiyeyê li dijî tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê derdikevin. Rûsya ji ber ku naxwaze NATO’yê bêtir nêzî sînorên wê bibe. Ji ber heke ev herdu welat tevli NATO’yê bibin dê sînorê Rûsyayê yê bi NATO’yê re berfirehtir bibe. Dewleta tirk jî dixwaze vê meseleyê di şerê li dijî kurdan de bikar bîne û ji xwe re bike mijara bazarê .

Her wiha li gorî hin çavkaniyan dewleta tirk lîsteyeke navên rojnameger û siyasetmedarên kurd û muxalif ên li Swêdê dijîn radestî hikûmeta wî welatî kiriye û bazarê li ser radestkirina wan dike.