19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 17 salan raportoreke NY serdana Îranê kir

Ji sala 2005’an û vir ve yekemcar raportoreke Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana Îranê kir. Midûra Navenda Lêkolînên Aştiyê ya Zanîngeha Belarûsê û Profesora Hiqûqê ya Navneteweyî raportor Alena Douhan di navbera 7 û 18’ê gulanê de ji bo 12 rojan serdana Îranê kir. Bi rayedarên hikumetê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, pisporên tenduristiyê û rayedarên saziyên malî re hevdîtin kir.

Alena Douhan li Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist û wiha got: “Di vê serdanê de min bandora giran a pêkanînan dît ku di asta mirovî de tesîreke çawa ya hilweşîner dikin.”

Douhan got ku “Tedbîrên li dijî Îranê hatine wergirtin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, li derveyî qanûnan e” û ji bo rakirina pêkanînan bang kir.

Her wiha Alena Douhan wiha got: “Mixabin eger mirov realîst be, ne bawerim ku pêkanîn di nava meha bê de bêne rakirin.”

Douhan got, “Haya min jê heye ku di nava 17 salên dawî de ti raportor nehatine serdana Îranê û hêvîdarim ku serdana min wê nebe ya dawî.”

Raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo bicihhatina bernameyeke hevkariyê jî bang li Tehranê kir ku bêyî dereng bimîne bi NY’ê re hevkariyê bike.

Rapora dawî ya Alena Douhan wê meha Îlonê pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a NY’ê bê kirin.

serdana Alena Douhan a li Îranê di demeke ku enflasyon gihîştiye asta rekorê, ji ber bihabûnê çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin, pêk hat.