8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye çemê Firatê wekî gef bi kar tîne

Tirkiye

li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye siyaseta qirkirinê didomîne. Wekî polîtîkayeke şerê taybet gefan li ser ava Firatê dixwe û bi vî awayî xetereyê li ser demsala çandiniyê çêdike.

Der barê  mijarê de ji rêveberiya bendava Firatê ya li Tebqayê  endezyar Ehmed El-Oso bal kişand ser gefên ku Tirkiye ji ser ava Firatê li wan dixwe û  wiha got: “Ev yek dibe sedem ku erdên çandiniyê zuha bibin û saetên kehrebeyê ku ji bendavê tê dabînkirin kêm bibin.

Her wiha hat zanîn ev rewş herî zêde li ser deverên Kobanê, Dêrazorê bandoreke neyînî çêdike ku heta Reqayê jî şopên wê tên dîtin.

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û hikûmeta Sûriye û Iraqê kir ku rê li ber gefên Tirkiyeyê bigirin. Her wiha hat destnîşankirin ku heke ev rewş bidome dê li herêmê bibe sedema aloziyên nû û şerên ji bo avê jî dibe ku biqewimin.

Li gorî çavkaniyên herêmê ji ber ku Tirkiye avê kêm berdide ev rewş bi xwe re xetereyên wekî zuhabûna erd, kêmkirina keherbayê û tunekirina çandiniyê dide peydakirin. Her wiha ji ber rewşê li deverê nexweşî jî bêtir peyda dibin.

AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê