26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keleha Çeqçeqo

Bi dorfirehî dixwazim qala wê keleha li Delavê Dengiza ya bi navê Çeqçeqo û pê re jî ya derdorê bikim û êdî rista dîrokzan û arkeologan e.

Pêşî qala derdorê bi gelemperî bikim. Ji biniya keleha Çeqçeqo Govê dest pê bikim ku ev der bajarekî kevn e, şikeft tê de hene, xeşîba ji kelehê tê û diçe ber avê. Ji Govê û heta Stewrê (Savura Mêrdînê) 5,5 km ye. 500 metre nêzîkî Delavê Dengiza ye, ji navenda Mêrdînê ber bi Bakur ve 41 km ye. Ji Govê heta Stewrê, derdora çend malên me yên Delav jî tev bermayî ne, nav kîjan rezî, bin kîjan hîmî bikolî nalên hespan, gem, şerbikên biçûçik ên tije ax, zincîrên hesin dertên. Dîsa ji Stewrê ber bi bakur, ber bi Bismilê ve jî, nezîkî 10 km tev warên kevnare ne.

Ku te xwe ji Eynûnê (bi erebî Kaniya Biçûk) ya ber Stewrê bi Bakur ve berda, Ehmedî (Başkavak) gundekî kevn ê şên, xwedî pireke kevnare ye, jê û wir ve çemê Romanî bi nav û deng e, romî demeke dirêj li vir serdest bûne, dêra Romanî hê jî li ser lingan e. Dîsa Sîspan: Navê Newala Çemê Romanî / Newala Sîspanê li aliyê rastê çav dibiriqîne, Şerê Sîspanê, Şerê Newala Sîspanê: Di navbera ereb (misliman) û romayiyan (xaçparêz) de, şer li vir çêbûye, derdora B.Z 700’î, dibêjin xwînê gewdeyên mirovan li ber xwe birine, pir şerekî dijwar bûye.

Em rêwîtiya xwe bidomînin. Jê pê ve çemê Xanê dest pê dike ku xana wê şikefteke mezin a di ber çemê Stewrê de ye.
Li vir divê qala rê bikim, rêya Hevrîşimê (Îpek Yolu) bi nav û deng e. Zivistanê di deştê, warên germ, havînê di çiyê warên hênik re dibuhurî. Îca şaxek vê rêyê ji Cizîra Botan berê xwe dida Hezex-Midyat-Qiltê (Dereiçi gundekî Stewrê yê suryanan e, paşê ez ê li ser çend peyvan bikim)-Stewrê-Kela Pozreş-Dêrbendê-Xanoserê-Tepê-Bismil-Diyarbekir. Ji Stewrê pê ve rê bi ber çem re didome.

Em li çemê Xanê, domdariya çemê Romanî mabûn.

Em çem û çem herin, em ê di ser pira Hebîsê ya kevnare re herin keleha Pozreşa (hin xwecih dibêjin Keleha Pezreşa-Hîsarkaya) li ser latekî wek Amedê ye, Amedeke biçûk e. Li jêra wê xanek mezin hebûye, karwanan li vir bêhna xwe didan, dîsa rêbira li vir kar dikir, mirov dikare bibêje herêma Barava û ya Dêrevera bi rêbiriya vir xwe xwedî dikirin. Dîsa heta çend sal berê ev der rêya qaçaxçiyan bû, licî, liciyên qaçaxçî pir li vir hatine şêlandin. Dîsa ev keleh, girê Dêrbendê û Tepê dibîne ku di demên kevnare de têkiliyek xurt a ber bi qiraxrê Dîjle heta Mûsilê diyar dike. Rewşa Xanoserê (Xana Ser, a mezin-Başhan) jî hêjayî lêkolînê ye ku ev der warekî kevnî ye, ne xalî ye.

Ka em vegerin Stewrê. Lewra Stewrê navenda vî warê ku mirov dikare bibêje; daîreyek e ku nîvdaîra wê 10-15 km ye.

Mijara Stewrê dirêj e, bi çend peyvan em dikarin qal bikin. Piştî Tizyan (Elmabahçe), di dema Mûradê 4’emîn de bûye navçe lê weke war pir kevn e, belkî ji Mêrdînê jî kevntir be. Navê wê jî balkêş e; bi suryanî “Staora” tê wateya “Stû” bi rastî jî erdnîgariya wê wek stûyê hêştirê (deve) ye. Keleh serê devê û cihê ku jê re bi erebî dibêjin “kambûzê”(hawîd-horguç) ê devê ye. Dîsa hinek dibêjin ji navê fermandarê Îskender Stoar tê. Gelek şîrove hene; dibêjin bi kurdî jî ji navê xwedawend Star-Stêrk tê, lewra Stewrê stêrka derdorê ye, xwedawend nedizewicîn “stewr” bûn! Her çiqas niha ji ber polîtîkayên rê ew li qoziyekê hatibe jibîrkirin jî, xezîne-gencîneyek çandî, mîmarî, dîrokî, turîstîkî û muzeyek vekirî ye.

Îca ku tu ber bi rojhilat, ber bi Midyadê ve herî, piştî 10 km’yan tu yê gundekî suryanan ê qedîm bibînî; Qilit-Qiltê. Warekî zêde kevn e, li zinar û tehtên derdorê şikeftên serdema kevirîn hene, mezelên-qebrên di tehtan de jî. Sûka wê bi mirov dide zanîn ku serdemekê navendek gelek girîng bûye, dikanên sinetkarî her çiqas wêrane bin jî, balkêş û cur bi cur in. Her wiha navenda xaçperestiyê ye; du manastirên bi hêbet li ser rê-kaşa gundê Memikan (Yaylayani) hene. Rez, erd û bihîvên wan zindî ne. Dibêjin yek ji manastira ku zêde wêran nebûye, xwedî 360 menzalan e. Belê, hê jî dêrên her sê terîqetên wan; katolîk, ortadoks û protestan wek ku nipînû bin û ya katolîk çalak e, tûrîst tên serdana vir, heybeta dêra hestin bandor li ser mirov dikin, jiyan û mirovahî balkêş e lê devjêberdanî ye. Mirovahî zêde pesindar e lê wehşet bi modernî û herawayî didome û pêkarî her tim rewa ye!

De ka em vegerin Çeqçeqoyê, ji Stewrê ber bi rojava ve.

Wexta ku Tizyan navçe bû, rêya ku ji Cizîrê dihat Stewrê, şaxek rê berê xwe dida Tizyanê. Di delav re rê berê xwe dida newala Çeqçeqo ya pişt keleha Çeqçeqo. Newal tev teht-rizde û hîm in ku karwan diket vê derê çeqeçeqa dengê nalê wan olan dida, (wexta ku min bi ciwanî neql ji girê Şêran dikişandin, dengê simê heywanên me jî heman olan dida wek dengê lingên qantirên êzingvanên stewriyan, lê zeman û dîrok bêbext û bêbersiv! çeq-çeq-çeq.) dengê lingên ajalan çi hêştir, hêstir, hesp, ker dibû mîna aşê cinan, deng digiha ezmanan. Loma navê newalê ma newala Çeqçeqo û eynî nav da kelehê, keleha Çeqçeqo. Îca newal pir dûr û dirêj e, rê bi ziyareta Kero, Sarîca Hecî Izer û Qûçê, Qûça Mirîda didome û digihê Bakustan, bi Bernişt re rê digihê Tizyanê, berê ev rê zêde dişuxulî, nifşê me jî bû şahid, lê zeman, ax zeman. Kî dizane li ser vê rêyê çi bû çi qewimî, evînî, xapinî, diz û tolazî, rêbirî. De zeman û xweza ker e! Belkî çendî dergevanên kelehê di taveheyvekê de keça mîrê kelehê revandibe û xwe avêtibe bextê mîrê keleha Pozreşa yan jî Elmedîna. De bila ev jî di veşariya zemanê bêbext de bifetise. Her ku li pozê keleha Çeqçeqo dinêrim, nizanim çima evînek bêhêvî erîşî dil û mejiyê min dike. Ew bi ber heswê xwe sipartiye rima xwe, simbêlê xwe badide û nifir an jî çêran dide çerxa felekê. Di ber xwe de diminminîne belkî;

Ne firikek, dilopek av dixwazim
Ne jî gezikek, gepek nan
Zeman

Zeman dixwazim
Ax zeman, afirînêr, bexîl û bêwijdan

Mifteha jibîrakirinê di dest de
Qadê dixwaze
Ku kabê te mîrnehat
Herê zeman, ax zeman.

Mirov dikare bibêje vê çembera mîrateya çandî-dîrokî hêja ye û keleha Çeqçeqo wek têketina bajarekî ku van gişkan dixe nav xwe. Çeqçeqo deriyê ewlehiyê bû, karwan, her kî çi be bi destûra vê derê ancax daxilî vê axê bibûna, keleha nobedar, dergevan û asiya ewlehiyê bû!

Beriya ku biqedînim divê qala rêyek dinê ya vê axê bikim. Rêyek ku nifşa diya min jî ji bo guhertinê bi kar dianî. Ji Mêrdînê ber bi bakur ve, Zinarê-Xişxişokê-Şatih-Barman-Girê Şêran-Şewlê Hacikê- Newala Kelê-Girikê Izêr, xwe digihand Elmedîna, Elmedînaya li kêleka çemê Batmanê, biniya pira Batmanê ya niha, ji pirê heta girê Sîra. Di dema Bavê Ehmed pêşiya Eşîra Riman (Ramanî) de jî ev bajar tije şênî bû, li dar bû. Hê gelek mirovên baravî-surgicî, nexasim şûtî û dêrîşî dibêjin qeyda me li ser Elmedîna bû. Tê bîra min kalikê min Hecî Izêr di sitranekê de digot, “Berê bavê Nûrê li Elmedîna li bajêr e, di heqîba wî de sêsed zêr e.” Ne şaş bim, niha xeta boriya gazê ya ku ji Batmanê tê Mêrdînê heman guzergah e.
Dixwazim bibêjim ev axa candar tije mîrateya çandî ye jî.

Bendewarê lêxwedîtiyê ye.
Ax û welat bendewar in!

Têbinî: Dibe ku hin şaşî-kêmanî hebin, lêborîn her daîmî ye.. Mirovên xwedî agahî divê li ser axa xwe binivîsin. Lewra serdest me nanivîsin!