19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye ava Dicle û Firatê li dijî Iraqê bikar tîne’

Endamê Lijneya Çandinî ya li Parlamentoya Iraqê diyarkir ku dewleta tirk avê weke kertek zextê dijî Iraqê bikartîne. Divê helwestek hebe da ku neçar bibe para avê ya di robarên Dîcle û Firatê de zêde bikin

Endamê Lijneya Çandinî ya li Parlamentoya Iraqê Heyder Mihemed Selman der barê pirsgirêka avê de ji medya Iraqê re axivî.

Heyder Mihemed Selman ragihand ku Iraq hîn jî di qeyranek avê deye, Tirkiye vê dosyayê weke kertek zextê dijî Iraqê ji bo berjwendiyên xwe bikartîne.

Heyder di dewama axaftina xwe de dibêje; “Sedema çaresernekirina dosya avê, lewaziya nûnertiya dîplomasiya Iraqê ye û ti pêngavek rast ji bo çareserkirina qeyrana avê ne avêtiye. Pêwîste Hikumeta Sudanî bi Tirkiyeyê re bikeve nava danûstandinan, ji ber ku jibilî ti bijardeyek din li ber dest nîne. Divê helwestek hebe da ku neçar bibe bersiva dosyaya avê bidin û para avê ya di robarên Dîcle û Firatê de zêde bikin.”