4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 2022’yan de 883 kes hatine darvekirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bi raporekê ragihand ku di sala 2022’an de 883 kes hatine darvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (AMNESTY) der barê darvekirinên li cîhanê de raporek amade kir û weşand. Li gorî raporê di sala 2022’an de li 20 welatan 883 kes hatine darvekirin. Li gorî sala borî darvekirin ji sedî 53 zêde bûye. Di raporê de hate diyarkirin ku li Çînê par bi hezaran kes hatine kuştin û hejmar neketiye qeydan. Hate diyarkirin di sala 2021’an de hejmara darvekirinê 520 bûye û di sala 2022’an de jî bûye 825.

Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de ji 314 bûye û ev hejmar di sala 2022’an de jî derketiye 576’an. Li gorî raporê Erebistana Siûdî di rojekê de 81 kes dar ve kiriye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir darvekirinên li dinyayê zêdetir e û got “Li Çînê hejmara kesên hatine darvekirin baş nayê zanîn û li vî welatî darvekirin gelekî zêde ye.”

Di raporê de hate diyarkirin li Kazakistan, Papûa Yenî Gîne, Sîerra Leone û Komara Efrîkayê ya Navîn ev sûc hatiye rakirin û li Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê jî bi tenê ji bo sûcên edlî darvekirin hatiye rakirin.