20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê bi SIHA’yan êrîşê Kelarê kir

Balafira bêmirov a bi çek (SÎHA) a Tirkiyeyê duh dane sibehê li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê li dijî wesayîtekê êrîş pêk anîbû. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û kesek jî bi giranî birîndar bûbû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrîşê de cîgirê hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şîblî jî jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Duh li parêzgeha Silêmaniyê balafireke bêmirov a dewleta tirk a dagirker li wesayîta cîgirê hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî da û di êrîşê de Ferhad Şiblî şehîd bû. Em kiryarên dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, em bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û li hember vê karê terorî helwesta xwe nîşan bidin. Dewleta tirk a dagirker bi şehîdxistina Ferhad Şiblî xwest derbê li Rêveberiya Xweser bixe û gel qir bike. Li ser vê em bang li civata navneteweyî dikin ku zextê li ser dewleta tirk a dagirker bike ji ber ku serweriya dewletan binpê dike û îstiqrara herêmî têk dibe, ku li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad û hemû hevalên wî yê di Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin.”