9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamegeran berdin

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), têkildarî girtina 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê rayedarên tirk 16 rojnamevanên bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine girtin demildest berdin.”

CPJ nav û pîşeyên rojnamegerên girtî bi awaykê lîstekirî ku di dawiya daxuyaniyê de rêz kir û diyar kir ku wan têkildarî girtinê xwestiye xwe bigihîne Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lê belê tevî hewldanên wan jî bersiv nehatiye dayîn.

Demildest rojnamegeran berdin

Koordînatora Bernameya Ewropa û Asya Navîn a CPJ’ê Gulnoza Said jî têkildarî mijarê wiha got: “Divê rayedarên tirk demildest rojnamegerên ku li Amedê bê sedem hatin binçavkirin berdin. Nayê qebûlkirin ku rojnameger ji bo demeke nediyar bên girtin heta ku di bin perdeyeke bi vî rengî ya veşartî de neyên girtin û bên darizandin û tevî vê yeke jî ev yek rasterast êrişek li dijî azadiya çapemeniyê ye. Divê Tirkiye demildest dest ji girtina rojnamegerên bi delîlên qels an jî bêdelîl berde û dest ji binçavkirina pêşwext weke pêvajoyeke cezakirinê berde. “