18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê biryara rawestana geştên ji bo Silêmaniyê dirêj kir

Waliyê Silêmaniyê ragihand ku diviyabû îro biryara Tirkiye ya rawestandina geştên ezmanî yên ji bo Silêmniyê bidawî bibe lê dewleta tirk dîsa ew biryar dirêj kir

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê ji 3’yê Nîsana îsal girtiye. Biryara dewleta tirk ya ji bo balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê Tîrmehê ango îro bû.

Dewleta tirk ragihandibû ku piştî 3’yê Tîrmehê ew ê biryarek nû bidin. Li gorî biryara Tirkiyeyê dihat payîn îro biryara qedexeya geştên asmanî ya ji bo balafirxaneya Silêmaniyê bi dawî bibe. Der barê mijarê de waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir daxuyaniyek çapemeniyê da.

Heval Ebûbekir ragihand ku dewleta tirk carek din geştên asîmanî yên Tirkiyeyê ên ji bo balafirxaneya Silêmaniyê girtiye.

Ebûbekir der barê mijarê de wiha got; “Tirkiyeyê biryara xwe ya ji bo rawstandina geştên asîmanî ya ji balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê Çileya 2024’an dirêj kir.”