19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan

Yaşar Aslan ku piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê tehliye bû got: “Divê em hêvî û berxwedana xwe mezin bikin.” 

Yaşar Aslan 30 sal û 6 meh in di girtîgehê de bû. Îro ji Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê hat berdan. Divê beriya 6 mehan bihata berdan lê berdana wî hatibû taloqkirin. Ferdên malbata Yaşar û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmamarayê (MA TUHAYDER) Aslan li ber girtîgehê pêşwazî kirin.
‘Her tim zilm heye’
Aslan li ber girtîgehê daxuyaniyek kurt da û bi bîr xist ku li girtîgehê berdana hin girtiyan hatiye taloqkirin. Aslan destnîşan kir ku li girtîgehan hiqûq nemaye û wiha got: “Derbarê girtiyan de biryarên kêfî didin. Behsa Tirkiyeya kevn û nû dikin. Berê jî me diperçiqandin û îro jî me dipelçiqînin û bindest dikin. Her tim zilm li me hatiye kirin. Çi guheriye? Lê berê qet nebe me berê di girtîgehê de dengê xwe derdixist, tiştên me hîs dikir dianî ziman. Lê îro mirovên li derve jî nikarin vê bikin. Hêvî û bendewariya me ji gelê me pirr e. Divê ev hêvî û berxwedana me mezin bibine û derkeve asta herî jor.”
Hêvî û berxwedan 
Aslan anî ziman ku hemû hevalên wan girtî li girtîgehê li dijî zilmê li ber xwe didan û wiha axivî: “Li hundir cihê ku dixwazin me dibirin wir. Lê girtî dîsa jî fikir, tişta di dilê wan de û zihîna xwe diparêzin. Divê mirovên me dersê ji van derxin. Îro di nav çar dîwaran de berxwedanek wisa heye. Li derve jî berxwedanek mezintir û xweşiktir dikare bê kirin.”
Aslan û xizmên xwe ber bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve derketin rê.
Yaşar Aslan kî ye?
Yaşar Aslan Di sala 1973’yan de li gunde Hatxê ya Nisêbînê Mardînê hatiye dinê. Dibistana seretayî û lîse li Nisêbînê xwendiye. Di sala 1992’yan de ji bo xwendina zanîngehê çûye Amedê û li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Hiqûqê de dest bi xwendinê kiriye. Wekî gelek ciwanên kurdan ketiye nava têkoşîna kurdan. Aslan di 15’ê Çileya 1993’an de li navçeya Nisêbînê ya Merdînê hat binçavkirin. Aslan ê ku dema hat binçavkirin 20 salî bû, ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “hewl daye hin axên di bin serweriya dewletê de ji rêveberiya dewletê veqetîne” cezayê muebedê lê hat birîn. Aslan di dema binçavkirinê de sewqî gelek girtîgehan hat kirin û du pirtûkên bi navê “Rengbej” û “Sergovend” nivîsandin.