28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu evînî Amed

Metîn Yaşa

Li ser tîma Amedspor û tîma Bursasporê nîqaş hatin destpêkirin û heta hate gotin ku tîmek bi navê Amedê nîn e. “Dînekî kevirek havêtiye bîrê hezar kesan hewl daye wî kevirî ji bîrê derxînin lê nikaribûne derxînin.” De fermo vî kerî ji vê newalê derbas bike. Hin tişt hene nîqaşa wan nayê kirin. Weke roj heye yan na, roj germ dike yan na, roj rohnî dike yan na û hwd. Nîqaşên bi vî rengî  bi vî teşeyî vejena mirov belasebeb dide herikandin, ev jî îsraf e. Îsraf jî heram e û mirov pê gunehkar dibe, xwedanê erd û asîman hîvza me ji gotinên  gunehkaran bike.

Lê divê tiştin werin fikirandin, werin gotin û werin kirin. Welatekî te heye navê wî Kurdistan û bajarekî te heye bi navê Amed û bi navê tîma Amedsporê tîmeke te ya werzişê heye û her tim bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Helbet weke kurdekî weke însanekê divê mirov deng bike û dengê xwe derbixe wisa derbixe ku ker û lal jî bibihîsin. Mixabin çawabûna wê girîng e. Yanî hewce nake dema ker bizire, cewrik biewite, ga bike orînî û mirov bêje ev çi orînî ye, ev çi ewtîn û zirînî ye. Lêbelê mirov pê tengezar dibe ne ku nabe, heger mirov aciz nebe ev nîşaneya zeyîfbûna îmana mirov e. Helbet dema banga şerîf were xwendin û ker bizire acizî çêdibe bi însanan re.  Ev tiştekî xwezayî ye, divê zirîniya kerê û hwd bi vî awayî were fêmkirin an na mirov ji bin dernakeve.

Bê şik û gûman nizikatiyên bi vî rengî înkarkirina hebûnê ye. Niha, ev feraseteke xetere ye. Ji bo her tiştî xetereyeke mezin e, heta înkarkirina xwedê jî dibe. Yanî feraseteke xwedanenas e. Lewra hebûn tê înkarkirin. Ma ji bilî vê dijmirovî wê çi bibe? Tu bibêjî “derekî bi navê Amedê tune” ev îspatkirina gotinên gunehkaran e. Ji bilî xwediyê wî û şirîkê wî her kes dizane gunehkarî ye.

Mesele ne gog e û lîstoka tîma Amedsporê ye, hêj kûrtir û berfirehtir e. Te weke kurd qebûl nake, ne navê bajarê te, ne jî navê welatê te û navê tîma te. Helbet hêj zêdetir jî heye navê bav, dayik, xwîşk, bira, xal, xaltîk, met, ap û navê evîna te napejirîne. Neqediya, hêj heye, çanda te dîroka te zimanê te siyaseta te yanî seranser te qebûl nake. Heger tu, tu bî neqebûlkirina wî ya ji bo te bilka te neke nava xeman, kul û derdan. Tîmên xwe yên werzîşê ên gogê tîmên xwe yên werzîşê ên gogê zêde bike, mînak tîma gogê ya Rihayê, Çewligê, Botanê, Serhedê. Divê em daxwaz ji xwişk û birayên xwe yên tirk bikin; hûn jî navê tîmeke xwe ya werzişê Amed deynin. Bi vî rengî bersiva faşîzmê pêkan dibe. Kurdo, fêrî dîroka xwe bibe yanî destûr nede ku yek henek û qeşmeriyên xwe bi te bike. Di dema hilbijartinan de digotin Ahmede Hane, Fekiye Teyran yanî navê şaîrên me xira dikirin. Bi vî awayî û hwd gelê me dixapandin lê rûpoşa wan daket. Hêj heye neqediya ew toros û wêneyê kujeran çi bûn? Tê çi wateyê? Aşkera ye bi van kirinan dibêjin e zê te bikujim, em ê we bikujin. Dema vê bûyerê jî girîng e.Yanî bajarekî weke Amedê wê demildest ji bo alîkariyê ber bi bajarên ku erdhêjê rûxand ve here. Yek rabe êrîşî wê bike û wê bi torosan û kujeran bitirsîne. Herî kêm mirov dikare vê bibêje ev nêzikatiyeke aqilane nîn e. Yanî ew qas bi wijdan, bi exlaq,  xwedî aqil, zana ew qasa jî wêrek e. Tu radibî êrîşî  ewladê vî gelî dikî, ev bêhurmetiyeke mezin e ji bo wijdana mirovî.

Ew kesên di wan torosên ku bûne tabût çartekel de ber bi şahadetê ve çûn zarokên herî zîrek, zana û wêrek ên gelê kurd bûn. Hin ji wan, karker, siyasetmedar, rojnameger, karsaz û yên dîtir bi hezaran bûn. Tu car ji we netirsiyan serê xwe li hember we netewandin, hûn vê çêtir dizanin. Lê hûn tişta nizanin ya ku xewa we direvîne ev e; zarokên wan xwîşk û birayên wan li wan çûne. Ji bilî vê jî gelê wan, ew ji bîr nekirine û wan bi minetdarî bi bîr tîne.
Yek ji wan însanên qedirbilind, Abdûlkadir Çelîkbîlek bû, weke Hz. Hesen û Huseyîn şerbeta şahadetê vexwar lê ne li kerbelayê di hundêrê maşîneyên toros de. Cendekê wî yê pîroz avêtin ser zibl. Xwestin şehîdekî bi qandî hiş û aqilê me nagire mezin, bi vî awayî piçûk bixin lê nebû hesabê wan li hev nehat. Di kesayeta wî ya birûmet de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hemû şanêkê xwe bejna xwe ditewînim. Gelo  van êrîşan jixweberbûn ev êrîş di, demeke ku erdhêj diqewime bi vê sedemê Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) tevî ku tecrîdeke di asta îşkenceyê de li ser rêberê gelê kurd heye jî  demildest agirbest dike de tê kirin. Teqez sedemên xwe hene. Yek, dixwazin di nav gelan de pevçûnê derxin û weke ji PKK’ê re bêjin “tu çiqas agirbest îlan bikî bikî jî em ê weke xwe bikin.” Weke wan çi ye? Şer û pevçûn e. Yanî neyartiya gelan e. Di serî de jî neyartiya gelê tirk û gelê kurd e. Ya dîtir jî êş û jana erdhêjê bide ji bîrkirin. Sêyemîn tevliheviyê derxe û here hilbijartinê. Lê bila baş zanibe ku wekî Aziz Nesîn gotibû gelê tirk ne wisa ye. Poşiya we jixwe ji mêj ve li hember gelê kurd ketibû. Va ye li hember gelê tirk jî ket û esas rûyê we hate dîtin. Hûn ê avahiyên riziyayî çêbikin ji bo alîgirên xwe, çend quriş pere qezenc bike û hûn ê mirina bi hezaran kesan bidin ber çavên xwe. Piçek wijdan, piçek exlaq û ew niqtika li ser bêjeya “î” ya îmanê heger bi we re hebûya we yê îstîfa xwe bida. Lê we neda û di ser de jî hûn çûn pêşberî vî gelî. Nabêjim we harakîrî bikira, bala we bikişînim, tenê  dibêjim îstîfa lewra hûn “misliman in” ev daxwaza min a îstîfayê jî ji we re zêde tê dizanim. Lê ji bo xatirê xwedê  û wan cangoriyên erdhêjê dixazim. Herî dawî dengê xwedayê erş û asîman ku vaye di hundirê min de ye, dixwazim bi vî dengê deng li we bikim, hûn KUJER in.Ya dîtir jî hûn çêtir dizanin we ji mêj ve winda kiriye lewra gelan hûn ji dilê xwe derxistine û avêtine, wê sindoq bibe îlana vê yeke, ew qas!

Amed, Amed, keç û xortên Amedê divê em şiyar bin û em neyên lîstokan, bi kurt û kurmancî divê em xwîşk û biratiya xwe ya Bursayê biparêzin û ya hemû gelê tirk. Ji xwîşk û biratiya gelan bi bawer sebir û tehemûlê ji hezkirox, mexdûrên erdhêjê re dixwazim. Derdê ser derdan jî hûn helalî dixwazin ji gel.

Hûn xwe bi ava Dîcle û Firatê bi ava zimzimê jî bişon hûn dîsa jî helal nabin. Lê bawer im wê hemû însan mafê xwe li we helal bikin lewre tu kes naxwaze mafê wan li ser we bimîne.