5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beşar Esed li benda qonaxeke dîrokî bû

Mirov nikare serdana Beşar Esed ji Rûsyayê re wekî serdaneke normal û asayî binirxîne ji ber ku di nava van herdu salên dawî de rewşa cîhanî gelekî hatiye guhertin

Nivîskarê rûs Piyotr Akopov, di rojnameya Riya Novosti de gotarek der barê serdana serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed a Moskovayê de nivîsî. Gotara ku ji aliyê nivîskara me Kurdistan Lezgiyeva ve ji bo kurdî hatiye wergerandin bi tevahî wiha ye:

Serdana Beşar Esed ji Rûsyayê re zehmete ku asayî bê binavkirin. Tevî ku serokê Sûriyê tenê sal û nîveke ku ne li Moskovayê ye, lê di vê demê de rewşa cîhanî gelek hatiye guhertin. Operasyona me ya taybetî ya li Ukraynayê, xerabûna têkiliyên  Çin-Amerîkî – hemî ev yek bû sedem ku Rojhilata Navîn, ku bi dehsalan di navenda bala civaka cîhanî de wekî devera herî germ a cîhanê bû,  ket pilana dûyemîn. Ger ne ya sêyemîn be: herêma herî germ bûye Ewro

payê, mezintirîn giraniya nakokiyên mezin ên hêzên super li herêma Pasîfîkê ye. Lê digel van hemûyan, ji bo Sûriyê, tenê dema niha dikare bibe xalek zivirînê – di dawiyê de, rêyek ji aloziya 12 salan derket.

Ji ber di heman demê de ligel serdana Esed bo Moskovayê, cîgirên wezîrên derve yên çar welatên Rûsya, Sûriye, Îran û Tirkiyê li paytexta Rûsyayê civiyan. Biryar e hefteya bê civîna Wezîrên Derve yên van welatan were lidarxistin.

Forma sêalî ya bi navê Astana

Forma sêalî ya bi navê Astana ya li ser çareseriya Sûriyê ev çend sal in tê meşandin, lê Sûriye bi xwe ku Tirkiye li dijî beşdarbûna wê nerazî bû, tê de cih negirt. Berjewendiyên Şamê di rastiyê de ji aliyê Moskow û Tehranê ve dihatin temsîlkirin, helbet ev yek jî nekarî li tevgera asayîkirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyê bandor bike. Û bêyî vê yekê, çareseriyeke tam ya Sûriyê ne mimkûn e, ji ber ku rabirdûya hevpar derneketiye û rastiya ku Sûriye bi sedsalan beşek ji Împaratoriya Osmanî bû, gelek tiştan diyar dike.

Erdogan helbet ne xelîfê hemû bawermendan e, lê bandora Tirkiyê li ser welatê cîran pir e. Piştî destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê, Erdogan nifir li Esed kir û li ser rûxandina wî behîs kir, ku bi saya Îran û Rûsyayê pêk nehat. Û piştî 12 salan, di dawiyê de dem hat ku Enqere vê tiştê eşkere qebûl bike: Esed dê neçe tu cihî – divê em li hev bikin ku em çawa bijîn. Lê Tirkiyê beşek ji navçeyên bakurê Sûriyê kontrol dike, bi milyonan penaberên Sûriyê li Tirkiyê bi xwe hene û herêmên kurdî yên xweser li aliyê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî kategorî nayên qebûlkirin, yanî pirsgirêkên di navbera herdu welatan de mezin û tevlihev e.

Nexasim ku ne tenê Amerîka, lê her weha welatên cûrbecûr yên Erebî û Ewropî piştgirîya dijberên Esed dikin, hem di koçberiya pir-milyonî ya Sûriyê de û hem jî li ser xaka Sûriyê bi xwe (mînaka piştgiriya Amerîka ji Kurdan re tenê ya herî berçav e) . Ango aloziya nakokiyên li derdor û hundirê Sûriyê ew qas tevlihev e ku wisa xuya dike ku ji bo derketina ji xitimîna heyî hin hewldanên sermirovî hewce ne.

Lêbelê, di sala borî de tişt bi rengek berbiçav guherî. Yekem dawîbûna tecrîda Sûriyeyê ya li welatên Ereban nêz dibe. Berî salekê Esed ji destpêka şerê navxweyî ve cara yekem serdana Îmarat kir û meha borî jî çûbû Umanê. Piştî erdheja vê dawiyê, wezîrê derve yê Misirê serdana Şamê kir, ew jî bo yekem car ji sala 2011an ve. Ango tevgera vegerandina Sûriyê bo cîhana erebî dest pê kiriye – û em ji niha ve dikarin bibêjin ku di demek nêzîk de dê bibe sedema vegerandina endamtiya welat di Komkara Dewletên Ereb de.

Helwesta Tirkiye hat guhertin

Ya duyemîn jî helwesta Tirkiyeyê guherî. Pêşî bi rêya serkirdayetiya dezgehên taybet peywendiyan – di nav wan de yên fermî – ji nû ve dest pê kirin, piştre hêzên ewlehiyê yên her du welatan dest bi hevdîtinan kirin û berî çend mehan Erdogan got ku ew îhtîmala hevdîtina bi Esed re red nakin. Paşê Tirkiyê razî bû li ser forma çaralî ya danûstandinan bi beşdariya desthilatên Sûriyê – û niha em dikarin hêvî bikin ku piştî serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê yên gulanê de, amadekariyên rastîn ji bo hevdîtina wî bi serokê Sûriyê re dest pê bikin. Ew ê nebe sedema çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiye-Sûriye, lê piştî wê dê rûpela herî dijwar a têkiliyên her du dewletên cîran bê girtin.

Sêyem, lihevhatina Erebistana Siûdî û Îranê dest pê kir, ku bê guman dê bandorek erênî li ser perspektîfên vegerandina Sûriyê bike. Pêdiviya wê bi deh milyar dolaran heye – û eger welatên Ereb ên dewlemend li Îranê wek metirsiyek li ser ewlekariya xwe, û Sûriyê jî wek fîşekek Îranî rawestin, wê demê dê lihevkirina li ser veberhênanên pêwîst pir hêsantir be.

Çarem, destpêkirina normalkirina peywendiyên Sûriye-Tirkiye û Siûdî-Îranê girîngiya hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê kêm dike. Her çend Amerîka çend sed leşkerên xwe li sê parêzgehên Sûriyê (Kurdî û xwedî petrolê) bihêle, lê şiyana wan a bandorkirina li ser rewşê (ango, bi giştî destwerdana li kombûna Sûriyê di bin desthilata Esed de) dê lawaz bibe. bûyera jinûve destpêkirina peywendiyên rasterast û destpêkirina danûstandinên li ser pirsgirêka kurd di navbera Şam û Enqerê de.

Sûriyeya tevlîhev, pirneteweyî û pir-îtiraf jixwe di hawîrdoreke dijwar de dijî: Îsraîleke dijminkar li rojava, têkiliyên dijwar bi Urdunê re li başûr, bandor û îdiayên nefermî yên erdî yên cîranê bakurê Tirkiyeyê. Piştî destpêkirina “Bihara Erebî” aramî li Sûriyê ne ji ber pirsgirêkên navxweyî, lê ji ber têkçûna Iraqa cîran nekarî aram bibe û di van salên dawî de, cîranê Lubnanê jî û ketine nav kavileke parçebûn û krîzê.