27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu qurbana zarokê xelkê bî

Hesen Hemkê

Hunermend Cemal Evdo (Mîrê Hêkan) di berhemên xwe de qaşilkê hêkan bikar tîne û ew qaşilên ku her roj her kes davêje sergoyan li ba şêwekarê me xwedî taybetî û pîrozîyekê ne. Hunermendê me ji qaşilên hêkan vediguherîne tabloyên hunerî ku hemû çîrokên êşa gel û welatê xwe vedibêje.

Tevî ku di gelek tabloyên hunermendê hêja de mijarên hevbeş hene lê bi rengên cuda û bi şêweyên cuda mijara xwe tîne ziman ku her yek ji wan tabloyan çîrokek cuda vedibêje û hestekî cuda bi bîner û heskiriyên vê hunerê re çêdike.

Îca hêkoyek me jî heye. Hêkoyê me jî xêzkare û ji ber ku gelekî ji hêkan hez dike me navê wî kiriye Hêko. Dema ku bavê Hêko tabloyên hunermend Mîrê Hêkan dît hema xwe avêt qirka Hêko û wiha got: “Lawo Hêko tu bi qurbana zarokê xelkê bî. Em pere didin te ji bo tu biçî nanekî bînî tu perê xwe winda dikî. Zarokên xelkê bê pere diçin ji firinê nan tînin. Lawo Hêko tu bi qurbana kurê xalê Evdo bî. Tu rojê 10 hêkan dixwî û zarokê xelkê ji qaşilê hêkan tabloyên hunerî çêdikin.”