18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TUAY-DER: Divê rojeva me tecrîd be

TUAY DER Şaxa Amedê 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya ku bal hat kişandin ser tecrîda Îmraliyê , wiha hate gotin:  "Ji niha û pê ve divê rojeva bingehîn tecrîda li ser Birêz Ocalan be."

Şaxa TÛAY-DER’ê ya Amedê bi dirûşma “Em tecrîdê bişkînin, jiyana azad ava bikin” di kongreya xwe ya duyemîn de li avahiya MED TÛHAD-FED’ê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê lidar xist. MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, OHD, DBP, HDP, MED-DER û Komeleya Aliman a Amedê tevlî kongreyê bûn.

Li salona kongreyê pankartên “Êşkence sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Bila dawî li êşkenceyên li girtîgehan werin”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila tecrîd were bidawîkirin, zîndan werin valakirin” hatin daliqandin.

Mehmet Ergun axaftina vekirinê kir û diyar kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de wezîfeya xwe bîne cih. Mehmet destnîşan kir ku her kesê di vê pêvajoyê de berdêlên giran da û got: “Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin û ev sûcê mirovahiyê ye. Divê em nîqaşan bikin û xebatên xwe mezin bikin ku tecrîd rabe. Divê yekane rojeva me tecrîd be. Divê gel rabe ser piyan. Berê yek hefte hevdîtin nehatiba kirin, qiyamet radibû. Lê 28 meh in agahî tune ye, lê deng dernakeve. Dem ji me xebitînê dixwaze.”

Piştre Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmus Karadag axivî û bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got, “Di destpêka êrîşan de tecrîda li ser birêz Ocalan didome. Her ku tecrîd girantir dibe, êrîş jî zêde dibin.”

‘Rêya aştiyê di Îmralî de derbas dibe’

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Riza Polat jî got: “Ji bo şikandina tecrîdê, divê em tecrîdê ji gotinan wêdetir fêm bikin û bersivê bidin. Vekirina deriyê Îmraliyê jî tê wateya vekirina rêya aştiyê ji bo hemû gelan.”

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran diyar kir ku 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin û got, “Divê em bersivê bidin vê yekê. Armanca sereke ya dewletê ne tecrîda fîzîkî ye. Armanca wan ew e ku nehêlin peyamên Ocalan bigihên gel.”

Piştî axaftinan rapora salekê hate xwendin. Di hilbijartinan de Vahap Gunay û Hatice Guneş wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.