4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta Yuce û Tekîn pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê xwestin ku kujerên Ramazan Yuce yê ku di sala 1992’an de hatibû kuştin werin dîtin û darizandin

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 750’emîn li dar xist in. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû pêk hat.  Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û wêneyê giştî yê windayan li erdê hat raxistin.

Desthilatdar li dijî bêedaletiya kurdan cavê xwe digre

Serokê  Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî. Zeytûn diyar kir ku helbet li Tirkiyeyeke ku pîvanên hiqûqa navneteweyî lê tune ne û her diçe zêdetir dibin wiha got: “Divê were dîtin ku tifaqa desthilatdariya siyasî ya ku sûcên li dijî mirovahiyê ceza dike û serî li her cure rêbazên hiqûqî dide, dema mijar dibe kurd ew desthilat çavê xwe digre û li gorî hiqûqê tevnagere.  Sedema ku kurdan ceza dike jî çalakiyên mafên demokratîk û li dijî derketina kiryarên antîdemokratîk in.”

Divê tarîtiyên salên 90’î derên holê

Piştre Hevseroka Egîtîm sen ya şaxa jimara 1’ê ya Amedê Emîne Akşahîn jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku  ev berpirsyariya wan ya ji bo aştî û demokrasiyê li vê erdîngariyê da zanîn ku tiştê ji destê wan were wê bikin û wiha got: “Di salên 90’î de bi hezaran kurdên xwedî helwesta siyasî ji aliyê hêzên tarî ve hatin kuştin. Em dibînin ji ber ku sersaxiya wan jî nehatiye bi dawîkirin êş û hêstirên çavê dayikan kêm nebûye. Ger em bixwazin li Tirkiyeyê edalet, demokrasî û aştiya civakî pêk were, divê tarîtiya salên 90’î derxin holê. Hevalên me hatin qetilkirin. Weke şopdarên vê pêvajoyê em ê vê têkoşînê ji hevalên xwe bigirin û ji bo berpirsyar li pêşberî darazê hesab bidin, têbikoşin.”

Vê hefteyê aqûbeta Ramazan Yuce’yê ku di 29’ê Hezîrana sala 1992’an de ku li navçeya Farqînê ya Amedê hat kuştin,  pirsîn. Vê hefteyê çîroka winda ji aliyê Endamê Komisyona ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwend.

Çîroka Ramazan Yuce wiha ye:

“Ramazan Yuce ji navçeya Farqînê ya Amedê bû û bavê 7 zarokan bû. Ramazan Yuce li Dibistana Şevînê ya Herêma Farqînê wek xizmetkar dixebitî. Yuce piştî derbeya 1980’yî tê binçavkirin. Piştî ku îşkenceyeke giran lê tê kirin, tê berdan. Yuce gelek caran tê binçavkirin û berdan. Di navbera salên 1991-1997’an de li navçeya Farqînê serdemeke tund a ‘cînayetên kiryar nediyar’ rû dan. Wê demê rêxistina Hîzbullahê bi bipiştgiriyeke bêsînor a dewletê bi sedan cînayetên kiryar nediyar li dijî gelê sivîl, bi taybetî li navenda navçeya Farqînê pêk anîn. Yek ji mexdûrên van cînayetan jî Ramazan Yuce ye. Keça Yuce jî di encama êrîşa Hîzbullahê ya wê demê de bi giranî birîndar bûbû.

Di wê demê de malbat tim di bin zext û gefan de bû. Yuce ji bo têkeve ezmûna dibistana ji derve de dixwaze di 29’ê Hezîrana 1992’an de biçe Amedê. Serê sibehê ji hevjîna xwe re dibêje; Ez diçim, lê min xewneke xerab dît, eger tiştek bi min bibe, bila keça min ya bi dergistî bizewice.

Dema ku Yuce dixwest ji Amedê biçe Farqînê, li Kolana Lalebey ya Amedê ji aliyê kesekî yan kesên nenas ve ji pişt ve rastî êrîşa çekdarî hat. Yuce li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda navçeya Farqînê tê definkirin. Ji ber merasîma cenaze bigirseyî bû, hêzên tarî yên wê serdemê êrîşî merasîma cenazeyê kirine. Dosya kuştina Yuce ji wê demê heta niha wekî kuştina kujer nediyar hate tomarkirin.

Em careke din dixwazin ku rastî derkeve holê û berpirsyar bên aşkerekirin, darizandin û cezakirin. Em ji bo Ramazan Yuce yê ku 31 sal berê di kuçeyeke teng a vî bajarî de hat qetilkirin, edaletê dixwazin.”

Li Êlihê jî li aqûbeta Ahmet Tekîn pirsîn

Di heman demê de li Êlihê jî xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 586’emîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê, rêveberên OHD, MEBYA-DER û Partiya Çepên Kesk a Êlihê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Tekîn ê di gulana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz daxuyanî xwend û bal kişand ser serpêhatiya windakirina Ahmet Tekîn û diyar kir ku Tekîn ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û windakirin û carek din agahî jê nayê girtin.