3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûr: Aqûbeta rojnameger Silêman Ehmed ronî bikin

Rojnameger Omer Tûr der barê rewşa edîtorê beşa erebî yê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed ku asayişa PDK’ê ew binçav kir û 47 roj in agahî jê nayê girtin, xwest demildest wî berdin û got: “PDK zilmê li rojnamegeran û gelê xwe dike. Divê êdî dest ji vê zilmê berde.”

Hêzên asayişê yên PDK’ê 47 roj berê rojnameger û edîtorê beşa erebî yê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed revand. 47 rojin agahî ji Ehmed nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. PDK rê nade ku parêzer û malbat bi Ehmed re hevdîtinê bikin.

Têkildarî windakirina Silêman Ehmed, Rojnameger Omer Tûr, diyar kir ku PDK li Başûrê Kurdistanê wekî partiyeke zordest tê zanîn u wiha got: “Navê PDK bi windakirin û kuştin û binpêkirinên mafê mirovan her daîm di rojevê de ye. Silêman Ehmed ne dujminê PDK’ê ye. Zarokê gelê kurd e. Zilma PKD li rojnamegeran dike nayê qebûlkirin. Em wekî hempîşeyên Ehmed em ê her daîm wî bipirsin.”

PDK ne partiyek kurd e

Tûr, pirsa ‘Eger PDK ji bo berjewendiyên kurd dixebite çima zilmê li rojnamegeran dike?’ û ‘Li kîjan deverê dinyayê 47 rojan agahî ji rojnamegerekî nayê girtin? Pirsî û wiha lê zêde kir: “Li kîdera dînyayê rojnamegerek ew qas roj hatiye binçavkirin. Divê PDK mafê wî yê demokratîk, hiqûqî û exlaqî bicih bînî. Lê mixabin ji ber PDK ne partiyek kurd û Kurdistanî ye. Ew zilmê li gelê xwe dike.”

Serdest li Kurdistanê zilmê dikin

Rojnameger Omer Tûr, destnîşan kir ku îro li 4 parçeyên Kurdistanê serdest zilmê li gelê kurd û Kurdistaniyan zilmê dikin û wiha bi dawî kir: “Duh li Helepçe û Amûdê kurd dihatin kuştin îro jî li Amed, Mahabad û Hewlêrê heman tişt didome. Tişta herî ecêb jî partiya PDK’ê jî li hemberî kurdan wekî serdestan tevdigere û wekî hespê Trûva nûnertiya dijminê kurdan dike. Em wekî rojnamegerên kurd dîlgirtina Ehmed qebûl nakin. Em li vir bang li saziyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jî dikin. Bila aqûbeta Rojnameger Silêman Ehmed bê ronîkirin û di heman wextê de bê berdan.”