3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûran: Dê gelê kurd tu car rastiyan ji bîr neke

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî Şêx Seîd û Rêhevalên wî şermezar kir. Seroka DTO Elîf Turan anî ziman ku hemû pêşengen weke Seîd Riza, Nûrî Dêrsimî û gelek kesên din nirxên herî bi rûmet yên gelê kurd in û got: “Dê gelê kurd tu carî van rastiyan ji bîr neke. Em vê yekê qebûl ankin.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êrîşên di demên dawî de di şexsê Şêx Seîd de li gelê kurd tên kirin, li Qada Şêx Seîd a Sûra Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Hevserokê DEM Parti’yê yê Amedê Abbas Şahîn, nûnerên şaxên SES, EGÎTÎM-SEN, Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya Amedê, DÎSK-Basin Îş û gelek kesên din di çalakiyê de amade bûn. Girseyê pankarta “Zimanê xwe yê qirêj dirêjî nirxên min nekin” hilgirtin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) Elîf Tûran li vir daxuyanî xwend. Seroka DTO’ê yê Elîf Tûran di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di van rojên dawî de kesên nijadperest û şovenîst, di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî de zimandirêjiya nirxên gelê kurd dikin û wiha got: “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qayûmê ve hatiye desteserkirin, beriya qeyûm navê Qada Deriyê Çiyê kiribû Qada Şêx Seîd. Şêx Seîd û Rêhevalên wî tekoşîna Heq û Edaletê dane. Ji ber xezeba kesên serwer hatine darvekirin. Goristana wan hê jî ne diyar e. Hemû pêşengen weke Seîd Riza, Nûrî Dêrsimî û gelek kesên din nirxên herî bi rûmet ên gelê kurd in. Şaredariya gel navê Şêx Seîd û rêhevalên wî li qadê kirin. Da ku gelê kurd vê rastiyê ji bîr neke. Em van êrîşên nijadperestan û daxuyaniyên napejirînin.”

Dewlet pêşiyên kurdan bêgor dihêle

Tûran, diyar kir ku desthilat li ser vê mijarê weke derfetekê helbijartinê û amûrên rantê bikar tîne û wiha got: “Desthelatd 20 salin îqtîdar e. Polîtîkayên Sedsalê yê Komarê bi xwe re didomîne. Dewlet navnîşana gorên pêşiyên kurdan vedişêrin û diyar nakin. Pêşiyên kurdan bê gor dihêlin. Desthelat û  hevkarên xwe ranta siyasî pêş dixin. Ev cotstandartiya desthelatdariyê nîşan dide.”

Çareserî bi înkarê pêş nakeve

Tûran, bal kişand ser polîtîkayên înkar û pişavtinê û wiha got: “Bi van polîtîkayan pirsgirêkên bingehîn nayên çareserkirin. Her ku diçe şer sor dibe. Belav dibe. Polîtîkayên tundiyê li her qada jiyanê belavkirin. Demokrasi, hiqûq, mafê mirovan ên bingehîn û azadiya mirov binpê dikin. Em pêkateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo aştî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bibe dê heta dawî têdikoşin. Em ê li nirx û rûmeta gelê kurd jî xwedî derdikevin.”