27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Radyo Star FM 7 salin dibe ‘Dengê jin û jiyanê’

Rêvebera Radyo Star FM’ê Lîlav Hesen anî ziman ku ji bo bibin dengê jinan û şoreşa Rojeva bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ radyo ava kir. Ji wê demê heta niha bê navber xebatê dike. Ev serkeftinek gelek mezin e.”

Radyo Star FM ku yekane radyoya xweser weşanê dike 7 salin bê navber dibe deng û awaza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêvebera Radyo Star FM’ê Lîlav Hesen anî ziman ku ji bo bibin dengê jinan û şoreşa Rojeva bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ radyo ava kir. Ji wê demê heta niha bê navber xebatê dike. Ev serkeftinek gelek mezin e.”

Radyoya Star FM di 15’ê Kanûna 2017’an de bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” dest bi weşanê kir. Her sal bi weşanên cur be cur dikaribû jiyan, dîrok, leşkerî, siyasî, çand û hunera jinan bide nîşandan ku her sal gavên girîngtîr hatin avêtin. Di Konferansa 2’emîn a Yekitiya Ragihandina Jinê ya 2020’an de pêk hat de biryar hat girtin ku Star FM di asta Herêma Cizîrê de weşana xwe bike, piştî 6 meh Radyoya Star FM dikaribû weşanê xwe di asta herêma Cizîrê de pêk bîne. Star FM radyoya yekem a jinan di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye de ye. Radyoya bi zimanê kurdî û erebî weşanê dike, bernameyên li ser mijarên tenduristî, civakî, çandî, jin û zarok hene her wiha danasîna gund û bajaran tê kirin, helbest û çîrok diweşîne. Di salvegera 7’emîn a damezrandina Star FM de endam û rêvebera Star FM nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kir ku ew ê di salvegerê de derbasî weşana xwe ya nû bibin.

Yekemîn radyoya xweser e

Endama Rêveberiya Star FM Lîlav Hesen ewil li ser armanca damezirandina radyoyê axivî û wiha got: “Di 15’ê kanûna 2017’an de Raydo Star FM yekem radyoya jin bi dirûşma “Denê jin û jiyanê” li Qamişloyê hat avakirin. Hem li Bakur û Rojhilatê Sûriye û hem jî li tevahiya Rojhilata Navîn yekem radyoya xweser e. Her kes dizane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek hebû. Jinan di vê şoreşê de pêşengtî kir. Jinan di qada siyasî, leşkeri, civakî, aborî, çand, çapemenî û hemû qadan de cih girt û pêşengtî kir. Ji ber vê yekê pêdivî bi saziyek taybet ku bibe deng û renge jinê hat dîtin. Ji bo bibe dengê jin û jiyanê pêdivî bi avakirina vê radyoyê hat dîtin. Ji xwe berê jî ajansên jin hatin avakirin. Lê dem bi dem navê wan hatin guhertin. Piştî ajansê pêdivî bi radyoyek xweser ku deng, deng, helwest û gotinên jinan têde hebe hat dîtin.”

Radyo di şertên dijwar de hat avakirin

Lîlav Hesen da zanîn ku di rewşek pir hasas de radyo hat avakirin û wiha berdewam kir: “Wê demê li ser Rojava û seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ambargoyek pir gran hebû. Li dijî herêmê êrîşên DAIŞ û El Nusra hebûn. Her kes dizane ku ev rêxistinên terorîst li dijî têkoşina jinê ne. Lewma armanca me ya sereke ew bû ku em bibin dengê jinan. Ji bo em bibêjin hûn nikarin dengê jin qut bikin, me pêdivî bi vê radyoyê dît. Ji bo em bibin dengê jinan û şoreşa Rojeva bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ di kanûna 2017’an de me radyo ava kir. Ji wê demê heta niha bê navber xebatê dike. Ev serkeftinek gelek mezin e.”

Di 2020’an de dengê xwe li Kantona Cizîrê belav kir

Rêvebera Radyo Star EM Lîlav Hesen destnîşan kir ku di 2017’an de tenê li bajarê Qamişlo û gundê dora wê weşan dikir, lê piştî 2’emîn konferansa Ragihandinê biryar dan ku li tevahî Herêma Kantona Cizîrê weşanê bike û got: “Me xwest li hemû herêmê û li her qadê xwe bigînin hemû jinan û bibin dengê hemû jinan.”

Bi înternetê li welat û dervê welat dikarin guhdar bikin

Lîlav Hesen da zanîn ku piştî çepera weşanê mezin kirin, bi rêya înternetê jî dest bi weşanê kirin û wiha lê zêde kir: “Bi rêya înternetê li çar parçeyê kurdistanê û welatên cîhanê her kes dikare li Star FM zindî guhdar bike.”

Xîtabî hemû jinan dike

Lîlav Hesen, anî ziman ku gelê kurd, ereb, suryan u hemû pêkhate bi hevre dijîn û wiha axivî: “Di radyode jî zimanê kurdî, erebî, suryanî û zimanên cuda hene. Di radyo de 24 bername tên pêşkêşkirin. 12 bername bi kurdî û erebî ne. Hîtabî hemû pêkhateyan dikin. Hemû jin xwe di vê radyode îfade dikin. Radyo Star FM deng û rengê hemû jinan e. Di nava radyo de jî kurd, ereb û pêktayên din jî hene. Me bi 2 xebatkaran dest pê kir, îro bi 18 xebatkaran berdewam dike. Îro bi dastî radyo bûye Dengê jin û jiyanê. Bi vekirina hemû sazî û dezgehên jinan îro hemû pêkhateyên jin xwe di vê radyoyê de dibînin. Radyo Star FM destkeftiyek ji destkefiyên Şoreşa Jin a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Hemû beşên jiyanê hene

Lîlav Hesen herî dawî bibîr xist ku jin di hemû waran de cih digirin û wiha bi dawî kir: “Di bernameyên radyo de jî hemû beş hene. Bernameyên civakî, leşkeri, siyasî, zarok, çand, huner, muzik, daxwaz û gelek qadên din de weşanê dike. Bi kurdî, erebî û zimanên din weşanê dike. Guhdarên me bi weşanê kêfxweş in. Rengê xwe di radyo de dibînin. Weşan ji 7’ê sibehê dest pê dike û heta  10’ê êvarî weşanê dike. Bernameyên zindî û paket jî hene. Bultenên nûçeyan jî zindî pêşkêş dike. Nûçeyên êvarî berfireh in.”