7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê xebat bên mezinkirin

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut da zanîn ku xebata ku dostên kurdan li 74 navendan dest pê kir bû xebateke cihanî û wiha got: “Xebatên ku hatin destpekirin ji aliyê dostên kurdan ve hatin destpêkirin. Em dibên dostên kurdan lê ew dostana bi keda Rêber Apo hatin vê astê.”

Di çerçovaya azadikirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Ewropayê ji aliyê dostên kurdan ve bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ pêngavek hat destpêkirin. Girtiyên PKK û PJAK’ê yên li Tirkiye û Kurdistanê bi grevên birçîbûnê tev li vê pêngavê bûn. Her wiha li gelek bajarên Kurdistanê nobedên edaletê hatin destpêkirin.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkildarî xebatên ku li Ewropayê tên meşandin û plansaziyên wan ên ji bo pêşerojê ji rojnameya me re axivî.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di destpêka axaftina xwe de der barê radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de got ku ev biryar ne tenê biryara dewleta tirk bû û ev tişt anî ziman: “Çawa ku komplo biryara dewleteke tenê nîne tecrîda ku tê meşandin jî ne tenê bi destê dewleta tirk pêk tê. Têkoşîna ku Rêber Apo li girava Îmraliyê dide, rê li ber belavbûn û naskirina fikr û felsefeya wî vekir. Her wiha jin û ciwanên kurd bi têkoşîna xwe paradigmayê belavtir kirin.”

Zumrut da zanîn ku 50 sal berê navê jinan di bin betonan de hatibû veşartin bi saya paradîgmaya Abdullah Ocalan zindî bû û wiha axivî: “ Jin di nav civakê de tune dihatin hesibandin. Bi taybet jî jinên kurd hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê malbatên xwe ve bi rêbazên cuda tune dihatin hesibandin. Rêber Apo di destpêka paradîgmaya xwe de got azadiya civakê girêdayê azadiya jinan e û xweparastinê di nav jinan de belav kir. Jinên kurd xwe li ser vê bingehê bi rêxistin kirin. Ev rêxistinbûna jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li ser hemû cihanê badoreke ava kir. Îro jinên ji neteweyên cuda yên vê felsefeyê mînak digirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe tev li xebatan dikin û divên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya me ye.”

Xebatên dostên kurdan

Zubeyde Zumrut got ku li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek xebat hatine meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek xebat hatine meşandin. Herî dawî kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ hebû. Di nav vê kampanyayê de jî dostên gelê kurd hebûn. Îro gelên cihanê xwe di nav paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin û diwxazin xwe li ser vê paradigmayê bi rêxistin bikin. Demeke dirêj e li dijî tecrîda ku Rêber Apo tê de ye plansaziya vê pêngavê dihat kirin. Pêngava ku îro tê meşandin li Ewropayê dest pê kir. Girîngiyek vê mijarê heye. Ji ber ku yên biryara girtin û tecrîda Rêber Apo dan dewletên Ewopa bûn, îro daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li navendên saziyên wek CPT, Parlementoya Ewropayê, NY hat destpêkirin. Di 10 cotmehê de dê li 74 navendan xebat bihatana meşandin lê ev hejmar ji sedî derbas bû û bû xebatek cihanî. Xebatên ku hatin destpekirin jî ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin. Em dibên dostên kurdan lê van dostan bi keda Rêber Apo hatin vê astê. Xebatên ku dostên kurdan didin meşandin bi daxuyaniyan dest pê kirin, meş û mîtîng hatin lidarxistin, dosyayên der barê Rêber Apo de radestî CPT’yê hatin kirin da ku CPT’î bi erka xwe rabe. Ji bo CPT’î ku saziyek serbixwe ye di bin bandora siyasetê de nemîne bang tê kirin.”

 Xwendina pirtûkan

Zumrut diyar kir ku xebatên dest pêkirine bi coşeke mezin berdewam dikin û wiha axivî: “Kesên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin zanin ku bê Rêber Apo ne pirsgirêka kurd ne jî ya Rojhilata Navîn tê çareserkirin. Mifteya çareseriyê bi Rêber Apo re ye. Jixwe ji ber vê yekê ye ku navê pêngavê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ye. Her wiha dostên kurdan 150 navendan diyar kirin da ku di 10’ê kanûnê pê ve dest bi xwendina pirtûkên Rêber Apo kirin. Ji bo xwendina pirtûkan eleqedariyek mezin di nav dostên kurdan de heye.”

Sed hezar qert

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di rojen pêş me de em ê bi rûspiyên kurdan û dostên wan ji bo Rêber Apo sed hezar kartan ji bo îmraliyê bên şandin. Dîsa dê heyetek bê avakirin da ku biçe girava Îmraliyê serdana Rêber Apo bike. Di nav vê heyetê de dê akedemîsyen, hiqûqnas, parlementer û kesên naskirî cih bigirin. Her wiha me dest bi xebateke mitîngê ya ku em ê di 17’ê sibatê bi sed hezaran re li Almanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li darbixin, xebatan dimeşînin. Li Ewropayê karê ku em dikin û yên ku wek plansazî me daye pêşiya xwe hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne.”