18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lobera: Ocalan vîna siyasî ya gelan e

Sendîkavana Aragonê Petro Lobera anî ziman ku gelê kurd bi xêra fikr, felsefe û têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê naskirin û got: “Ocalan azad bibe dê rê li pêşiya siyaseta demokratîk vebe.”

Hamleya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, her ku diçe mezin dibe. Piştî hamleyê dest pê kir gelek konferans, semîner û panel hatin li darxistin. Meşên girseyî pêk hatin û niha jî kampanyaya xwendina fikr û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek navendan didome. Têkildarî armanca hamleyê û xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sekretera Neteweyî ya Têkiliyên Navneteweyî ya Rêxistina Syndycal ya Karkerên Aragon (OSTA) Pedro Lobera ji rojnameya me Xwebûnê  re nirxandin kir.

Tirkiye mafê kurdan nas nake

Pedro Lobera ewil tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Pirsgirik ew e ku ne tiştekî nû ye. 3 sal derbas bû ku em xaberekê ji Reberê siyasî yê gelê kurd nagirin. Ji ber ku Ocalan di bin tecrîdeke mutlaq de ye. Bi awayekî pir zelal ev yek li dijî hevpeymanên navneteweyî ya mafên mirov e. Diyar dike ku Tirkiye mafên Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd bi giştî nas nake.”

Rêberê bîrdoziya gerdûnî

Pedro Lobera nerînên xwe yên der barê sedemên ku Abdullah Ocalan nikare sûdê ji mafên xwe yên siyasî bigire jî parve kir û wiha axivî: “Abullah Ocalan, wek girtinekî siyasî, nikarê ji mafên xwe yên herî bingehîn sûdê bigire. Ocalan Rêberê siyasî yê gelê kurd e. Lê ji vê wêdetir, rêberê bîrdoziyeke gerdûnî ye. Pêşniyarên wî pergalê kapîtalîst a hegemon tehdit dikin. Wan du sedeman dikin ku ji berjewendiyên Tirkiye û bêşên kapîtalîst li ser diniyaye wek xeteriyekî were ditin. Ji ber vê hêzên rojavayê dinyayê nahêlin ku mafên wî bên naskirin û çavên xwe ji vê bêhiqûqiyê re digirin.”

Pêdivî bi azadiya Ocalan heye

Pedro Lobera nerînên xwe yên li ser hamleye navneteweyî ya ji bo azadiya fizikî jî parve kir û wiha pêde çû: “Hamleyekî baş e. Kedeke domdare ku şopdarên wê hene. Ev ji bo ev doz neyê ji bîrkirin têkoşînek bênavber didome û mezin dibe heye. Di demên borî de, gelê kurd bi hezaran îmza kom kir û ku Ocalan vîna gele kurd temsîl dike ragihandin. Pewîstiyekî bi hamleyên bi vî rengî yên ku di demê dirêj de bi ewayekî domdar tên meşandin heye. Pewîstî bi azadkirina fîzîkî ya Ocalan heye û divê bi awayekî fîzîkî û fikrî neye jibîrkirin. Divê her mirov mafên wan bên naskirin. Kî dibe bila bibe binpêkirina mafên wan nayê qebûlkirin. Lê bi taybet, heger ji ber parastina mafên kolektif hat girtin, helwesta gel divê gerek xurtir be. Ji ber ku Ocalan li çareseriya pirsgirika gelê kurd ku bi dehan salan didome. Li çareseriya aştiyane û wekhev digere.”

Pedro Lobera wekî sendika jî sekna xwe û piştgiriya xwe ya hamleyê diyar kir u wiha got: “Wekî sendîkalîstekî ez li dijî neheqiyên pergala kapîtalîst a bêrih têdikoşim. Ez beramberî wan pîvanên ku rê ji dewlemend û desthilatdaran re vedike têdikoşim. Ji ber vê tekoşîna gelê kurd ewqas piştgirî raber kiriye û berxwedana xwe ya bênavber ku li hemberî planên çokdayînê û asîmîlasiyon dimeşînin. Ez tevlî armancên hamleyê dibim. Bi heman rengê ku li hemberî hamleyên berî piştgiriya xwe jî nişan didimê. Di van hamleyên ku ji bo edaletê ji Ocalan û gelê kurd re bixwazin hatine destpêkirin de OSTA dîsa dê li wir be.”

Lobera der barê xabat û têkoşînên sendîkayên Ewropa yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan jî nirxand û wiha lê zêde kir: “Tişta ewil ku wek sendîkaya Aragon bike, pêwîste kampanyayeke agahdarkirinê di nava endamên me de bê meşandin. Mixabin, pirsgirika kurd gelek nayê naskirin. Ji bo sûcdarkirina li dijî Ocalan û gelê kurd bê zanîn û fêmkirin pêwîste berî her tiştî kurd xwe bidin naskirin. Hewl bidin ji bo ku saziyên fermî piştgiriyê bidin vê têkoşîn û hamleyê wekî rexistin em kesên bi bandor dikarin vê xebatê bimeşînin.”

Wê pêşiya demokratîkbûnê vebe

Lobera li ser girîngî û wateya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan jî rawestiya û ev agahî dan: “Di vê pêvajoya ku kaosa siyasetê pêş ketiye û tev li hev bûye azadiya Abdullah Ocalan dikare bibe çareseriya siyaseteke demokratîk. Bi taybet heger azadiya wî total be û bikaribe pêşniyarên xwe yên îdeolojîk bê astengî bîne ziman, dê pêşiya çareseriya gelek pirsgirêkan veke. Ji ber tekoşîna Ocalan, gelê kurd îro tê naskirin. Ji ber vê ji bo gelê kurd ê nasnameya wan xurtir bike û polîtîkayên xwe dê pêş bixe.”

Netewe dewlet gelan dikin kole

Lobera der barê paradîgmaya Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk û Modernîteya Demokratîk jî parve kir û wiha got: Peşniyara Abdullah Ocalan li ser Konfederalîzma Demokratîk fikrekî zana ye. Ji ber ku çarçoveyên netewe dewlet derbas dike ku mixabin rola garantor a serdestî dilîzin. Netew-dewlet bi paradigmayên saxte yên nasnameyî gelan bindest dikin. Peşniyara Ocalan vê ferzkirinê derbas dike. Ji ber ku herî zêde gel û nasnameyên xwe dide pêş. Di heman demê de nava wan de karekî di asta pêşketina hişmendiyeke wekhev hev temamkirin heye. Ji bo ku nasnameyên cûda nekevin nava şer nasnameyên cuda wekhev in. Modeleke hevjiyana civakî, ekolojîk û demokratîk heye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê