5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwediya pergala dengê kurdî

Hunermend û stranbêja navdar Eyşe Şan di jiyana xwe de gelek zehmetî kêşaye û di 18’ê kanûna 1996’an de diçe ber dilovaniya Xweda. Dengbêja nemir xwedî gewrî û pergala dengê kurdî bû.

Gelek kesayetên ku bandorê li jiyana mirovan dikin hene. Dibe ku ew rewşenbîr be yan jî şoreşger. Dibe ku nivîskarek be yan jî dengbêj, hugunermend, muzîkjen û hwd. ev ji bo hemû mirovan derbasdar e. Lê belê hin ji wan kesayetên xwedî rist in ku bandorê li ser gel û civakan dikin. Yek ji van kesayetan a xwedî risteke bandorker jî nemir Eyşe Şan e.  Dengbêj Eyşe Şan di sala 1938’an de li Amedê ji dayik dibe û di 18’ê kanûna 1996’an de li Îzmîrê diçe ber dilovaniya xwe. Bi ninasebeta salvegera stranbêja navdar em wê bi bîr tînin û bi bîr dixin.

Dengbêj Eyşe Şan a ku ji Amedê ji dayik dibe. Ew bi navên Eyşe Xan, Eyşana Elî jî tê naskirin. Ji ber ku bavê wê dengbêj e, her tim bi meraqa dengbêjiyê mezin dibe. Lê hêj zarok e bavê wê diçe ber dilovaniya xwe. Her tim xwestiye stranan bistrê. Lê ji ber di civakê de dengbêjiya jinê zêde nedihat pejirandin û hişmendiyek e faodal serwer e nikare bi hêsanî dengbêjiyê bike. Hêj di temeneke ciwan de bi zorê tê zewicandin. Lê nikare vê jiyanê bijî û hin biryarên radîqal ên ku civak jî napejirîne dide. Dawî li vê jiyanê tîne û berê xwe dide bajarê Dîlokê. Li vê derê di radyoya herêmî û li ser hin dikên wekî gazinoyan stranbêjiyê dike. Di nav şert û mercên giran de dest bi jiyaneke nû dike.

Her wiha mirov dikare bêje bi hesreta welat dijî. Lewre ji ber neqebûlkirina jiyana ku malbatê lê ferz kiriye û ew biryara wê ya derketin û destpêkirina dengbêjiyê ne karî vegere welat. Ev yek jî dibe hesret û kulekê di dilê wê de. Ji derveyî diya wê di malbatê de her kes li dijî eleqedariya wê ya bi muzîkê re ye.

Tê gotin ku di salên 1963’yan de ji ber şert û mercên aborî ji Dîlokê koçî Stenbolê dike. Li Stenbolê jî kar û barê muzîkê berdewam dike. Lê piştî demekê neçar dimîne ku berê xwe bide Almanyayê. Têkoşîna jiyana Eyşe Şan li Almanyayê jî bi ser nakeve.  Di sala 1979’an de diçe Bexdayê. Li vê derê diçe Radyoya Dengê Bexdayê û bi navê Eyşana Elî dest bi stranbêjiyê dike. Ji ber wê serdemê radiyo zêde tê guherakirin dengê wê digihêje girseyên mezin.  Her wiha li Bexda, Mûsil, Hewlêr û Dihokê konseran dide. Eyşe Şan di jiyana xwe ya hunermendî û dengêjiyê de di radyoyan de dixebite, stranên tirkî û kurdî distrê, konseran dide û kasetan tomar dike.  Piştî demekê vê carê diçe li Îzmîrê dijî. Di 18’ê kanûna 1996’an de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê diçe ber ber dilovaniya xwe. Wesiyet dike ku li bajarê lê ji dayik bûye bê definkirin, lê ev daxwaza wê pêk nayê.

Nivîskar û mamoteyê muzîkê Veysî Varli ku bi xwe jî Eyşe Şan naskiriye di nivîseke xwe de wiha behsa hunermenda nemir dike; “Di warê stranbêjiyê de Eyşe Şan xwedî gewrî û pergala dengê kurdî bû. Di warê gotina stranan de gelek delal û hêja pergala dengê muzîka kurdî ya oktavek ji 17 navberê ne wek hev pêk tê û ritmên muzîka kurdî bi kar tîne ku ruhê xwe ji grî, coş (govend), kar û şer digire. Di warê hunermendiya muzîkê de gelek hêja û delal e.”

Belê dema em li jiyan û serpêhatiyên vê hunermend û stranbêja navdar dinêrin dibînin ku gelek zehmetî kêşaye. Her wiha em dibînin ku qedr û qîmet, rêz û hurmet piştî mirina wê derdikeve holê. Lê ya rast divê civak hêj bi saxî hurmetê bide hunermend û dengêjên xwe ku dikaribe xebatên serkeftîtir bikin huner û berhemên giranbuha li mîrateya çand û hunera kurdî bar bikin. Nexwe dê gelek kesên xwe hunermend dihesibînin derkevin ser dikê û dê muzîk, çand û hunera kurdî di bin navê nûneyiyê de tune bikin. Ev kesên xwe wekî “hunermendên modern” nîşan didin,           “muzîkjenên şêwazê nûjen” nîşand didin, dê ked û têkoşîna hunermendên mîna Eyşe Şan jî bin pê bikin! Careke din em dengbêja navdar Eyşe Şan bi bîr tînin û girîngiya dengbêjiya kurdî bi bîr dixin.