4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê hilbijartina encûmenên parezgehan dest pê kir

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê di saet 07:00’an de destpê kir. Piştî sala 2013’an Iraq carek din ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan îro diçe ser sindoqan.

Hilbijartin li 15 parêzgehan pêk tê, ji bo Kurdan vê carê ya herî girîng hilbijartina li Kerkûkê ye. Ji ber ku piştî sala 2005’an yanî piştî 18 salan e li Kerkûkê hilbijartinê pêk tê.

Li gorî komisyonê mafê dengdanê yê 15 milyon û 108 hezar û 135 kesan heye, 5 hezar û 904 namzet hene, ji vane 70 namzetên serbixwene û ji bo 285 kursiyan dikevin pêşbirkê.

Bi giştî li 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoqên dengdanê hatine danîn. Dengdan wê heya saet 18:00’an dewam bike.

Li gorî komisyona hilbijartinê, ji 285 kursiyan, 75 kursî kotaya jinanin, 10 kursî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Êzidî, Şebek, Saîbeya Mendaiyan û Kurdên Feylî ye.

Bi giştî 38 hevpeyman û 28 partî tevlî hilbijartinan dibin. Li gorî komisyonê piştî hilbijartinê di nava 24 saetan de wê encam werin ragihandin.