4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Surer: Felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav dibe

Hevseroka Civaka Demokrat a Kurdên  Sivîsrayê (CDK-S) Selma Surer, têkildarî kampanya  xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku gelê cîhanê Rêber Ocalan baş fam kiriye û wiha got: “Kesên biyanî dema gotarên Rêber Apo dixwîne hestê wan pir germ in. Felsefeya Rêber Ocalan li cîhanê belav dibe.”            

Di 10’ê cotmehê de dostên kurdan li 74 navendan pêngava bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Ev pêngav bi çalakiyên cuda didome û mezin dibe. Li gelek bajar û welatên ewropa kurd û dostên kurdan civînan li dar dixin û bi awayekî komî pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwînin. Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê wekî hefteya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan îlan kirin û biryar girtin ku li 140 navendan pirtûkên Ocalan bixwînin. Niha xwendina pirtûkan eleqeyek mezin dibîne. Têkildarî çalakiyên li ewropa û Swîsreyê Hevseroka Civaka Demokrat a Kurdên Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer ji rojnameya me re axivî. Selma Surer ewil qala hestê xwe yê 10’ê cotmehê kir û wiha got: “Di 10’ê cotmehê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dostên kurdan hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Ev hamle ji aliyê dostên kurdan li 74 navendan hat destpêkirin. Dostên kurdan di heman rojê de bi daxuyaniya çapemeniyê ev hamle ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin. Wekî jinek kurd û wekî jinek pêşeng ez nikarin bi çend gotinan hestên wê rojê vebêjim. Hestek pir xweş bû.”

‘Felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav dibe’

Selma Surer da zanîn ku xebatên 45 salan hatiye kirin û bedelên hatine dayîn di wê rojê de reng û ruhê xwe derxist holê û wiha axivî: “Bi rastî jî me bi vê hamleyê dît ku paradigmaya Rêber Apo çawa li vê cîhanê belav bûye. Hestek pir cuda ye. Kelecanek pir zêde ye. Mirov nikare çawa şirove bike.  Weke jinek kurd ez nizanim çawa hestên xwe bînim ziman. Hin tişt hene nayên gotin. Ji ber ku ruh û tevlêbûna wê çalakiyê kelecanekê ava dike. Me dît ku dostên kurd û kesên biyanî hatin wekî me rêberê me parastin û li Rêber Apo xwedî derketin. Wekî me têdikoşin û wekî me bi dil û can dibêjin ‘Em rêberê xwe dixwazin’. Ev nîşanî me dide ku felsefe, fikr û paradigmaya Rêber Ocalan daye pêş me, hêdî hêdî bi ruh dibe û şênber dibe. Hêdî hêdî jîn û şîn dibe. Li  cîhanê belav dibe.”

Cîhanê Rêber Ocalan baş fam kiriye

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer destnîşan kir ku xwediyê PKK’ê û pêşengê PKK’ê Rêberê Rêberan Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Em şiroveya vê yekê li welatên ewropa û tevahiya cîhanê zindî dijîn. Her sal ji bo em qedexekirina PKK’ê şermezar bikin li welatên ewropa çalakiyan li dar dixin. Îsal jî me li hemû bajarên welatên ewropa çalakiyên şermezarkirinê li dar xist. Di van çalakiyan de dost û hevalên me bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev qedexe nayê qebûlkirin. Çawa dibe ku li welatên cîhanê ew qas bûyerên terore pêk tên, rêxistinên terorê ew qas mirovan qetil dikin, lê ev welatên ewropa  wan naxin lîsteya terorê û wan bi şiklekê diparêzin? Lê çawa dibe ku rêxistineke wekî PKK’ê li Rojava pergal û jiyanek nû ava dike, li dijî DAIŞ’ê şer dike, wekî paradigmaya rêbertî şênber e, wê dixin lîsteya terorê. Rêber Ocalan îro dikare li hemû cîhanê hikûm bike û hemû cîhanê birêv bibe, lê çawa dibe îro di tecrîdê de ye û çawa dibe ku îro ew û partiya wî qedexe dibe. Ev yek nayê qebûlkirin. Em di çalakiyên xwe de jî vê yekê tînin ziman. Li dijî qedexeya PKK’ê û tecrîda li ser Rêber Apo bertek û nerazibûnên me pir zêde ne. Dostê me hemû li dora me dibin xelek û hemû dostên me li dijî qedexeyê bertekên xwe tînin ziman. Ev kelecanek pir cuda dide mirov. Ji bo vê yekê dema em li xwedîderketina Rêber Apo dinerin, em dibînin ku bi rastî jî Rêber Apo Rêberê Rêberan e.  Belkî wekî kurd me tam ew fam nekiriye. Lê cîhanê tevî ew baş fam kiriye. Ji her welatî, ji her reng û neteweyan îro fikr û felsefeya Apo niqaş dikin û ji bo xwe wekî rê nîşan dikin. Paradîgmaya Rêber Apo niqaş dikin û bi rojan li ser vê yekê konferansan amade dikin. Semîneran amade dikin. Ev tê wateya ku êdî tecrîd bê wate ye. Dema em li vê dîmenê dinerin îro kes nikare bibêje ‘PKK teror e’ û Rêberê PKK girtî ye. Dibe ku Rêberê PKK’ê bi awayekî fîzîkî ne azad be, lê di aliyê ruh û manevî de azad e. Rêberê Rêberan azad e. Gelê kurd jî bi rêberê xwe re azad e.”

Li 11 bajaran komîteyên serokatiyê ava kirin

Surer, der barê xebatan de jî agahî da û wiha got: “Em wekî Hevserokên Swîsreyê li qada Swîsre ji 10’ê Cotmehê û virve li qada xwe vegeriyan. Me li 11 meclîsên Swîsreyê komîteyên serokatî ava kirin. Wekî navendî jî me komite ava kir. Berdevkên me jî hene. Wekî qada Swîsreyê heta ji destê me bê em ê têkoşîna azadiyê bikin. Emê hewl bidin serokê xwe azad bikin. Çi dibe bila bibe divê em serokê xwe azad bikin. Em dibêjin gerek di sala 2024’an de em rêberê xwe bi fizîkî di nava xwe de bibinin.  Me komîsyon û komite ava kirin û me dest bi plansaziyê kir. Li gelek qadan me meşên navendî li dar xist. Li Cenevre 3 sal in her roja çarşemê ji bo azadiya Serokatiyê çadir tê vekirin. Em spasiya xwe ji wan hevalan re dikin. Bi rastî kedek mezin didin. Li Bernê li dijî qedexekirina PKK’ê me çalakiyek li dar xist. Li sentgaleyê me civîna gel li dar xist. Li Zûrîhê civina gel pêk hat. Li vir heft heremên me hene. Li heft herêman me civîna gel li dar xist. Bi dostan re gelek seminer hatin lidarxistin. Me gelek dosta dan parlamentoya Swîsreyê. Li gelek qadên me çadir vebûn.”

Fikrên Ocalan şirove dikin

Surer, anî ziman ku liheft herêman çadir vekirine û wiha lê zêde kir: “Me li vir fikr û ramanê serokatiyê niqaş kir. Me li vir bi biyaniyan re niqaşên li ser fikrên Rêbertî pêş xist. Dîsa dengê Rêbertî hat guhdar kirin. Kesên biyanî gelek pirs pirsin. Hemû pirs hatin bersivandin. Bi piranî di çalakiyên jinan de dibêjin çima jin sûretê vî mêrî radikin. Dema em vê yekê dinirxînin, vê carê wate didine. Niha dema wêneyê Serok radibe, dibêjin ‘A ev rêberê we ye’ Ev yek hem kelecanê û hem jî kêfxweyike mezin dide mirov.”

‘Li ser fikrên Rêber Apo semîneran didin’

Surer da zanîn ku ew xebatên cur be cûr dimeşînin û wiha pêde çû: “Em her dim ji bo azadkirina Rêberê xwe niqaşan dikin. Em li gorî vê planan derdixin. Heta 3 mehan me plan daye pêş xwe. Di 23’ê mehê de di pêşengiya jinê de em ê ji bo Evîn Goyî meşek mezin li dar bixin. Hefteya borî me meşek girseyî li dar xist. Disa bi şagirtên zanîngehan re ji bo fikr û felsefeya Rêber Ocalan seminer tên dayîn.”

Gotarên Serok pir bandorê li biyaniyan dike

Surer bilêv kir ku ew dixwazin kesên biyanî 2-3 rûpelên pirtûkên Serokatiyê bixwînin û wiha lê zêde kir: “Piştî çend rûpel hatin xwendin li ser naverokê nirxandinê dikin. Dema biyanî li ser pirtûkên serokatiyê nirxandinê dikin hestên wan, tevlêbûna wan pir bala min dikişine. Her çend ez zimanê wan fam nekim jî ez dibêjim ‘Gelo ev jî kurd in’. Bi hestek germ û ji dil nirxandinê dikin. Dema mirov li çavê wan însanên biyanî dinere, dibîne ku hestên xwe ji dil û can dibêjin. Kesên biyanî ku gotarên Serokatiyê dixwînin diyar dikin ku pir di bin bandora gotara serok de mane. Dîsa dibêjin ‘Gelo ez ê çawa karibim bê kêmasî vê gotarê bi gelê xwe re parve bikim’. An jî dibêje ‘Ezê çawa karibim bikim pêşniyarname û bidim meclîsa welatê xwe’. Dikevin nava hewldana ku bêtir vê çalakiyê xurt bikin. Ev nêzîkatiya wan bêtir mirov kêfxweş dike. Her ku pirtûkên serokatiyê tên xwendin em bêtir girêdayî rêxistinê dibin. Tevlêbûna rêxistinê zêdetir dibe. Her çend wekî gelê kurd me pir êş kişandibe jî ji ber Serokê me yê wisa heye em pir xwedî şens in. Gelê kurd gelek bedel dane. Lê dema em vê  tevlêbûna kesên biyanî dibînin em dibînin ku wekî darek ji nûve şîn bibe. Wekî dara ku reng bi reng pel lêkevin. Wekî dara ku reng bi reng gulan veke.”

‘Dunya li felsefeya Serok xwedî derdikeve’

Selma Surer anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku li welatên wekî Holanda, Belkîçak, Almanya jî xwedin û eleqeya li hemberî fikr û pirtûkên Abdullah Ocalan wekî Swîsreyê zêde ye û wiha got: “Em dibînin ku êdî dunya hemû li felsefeya serok xwedî derketiye. Her çend em bejin rêber rêberê me ye jî êdî rêbertiyê sînor derbas kirine û bûye rêberê gelan. Bûye rêberê navneteweyî. Dostên me bi xwe jî dibêjin ‘Divê hûn qîmetê serokatiyê pir pir zanibin. Heta îro kesekî wekî serok li tevahiya cîhanê derneketiye’.”

Rola diplomasiye girîng e

Hevserka CDK-S’yê Selma Surer li ser rola dîplomasiyê û xebatên dîplomasiyê jî rawestiya û ev agahî dan: “Li vir aliyê rêxistinî karek tê kirin. Lê barê herî giran dikeve ser milê dîplomasiyê. Hem dîplomasiya qada Swîsre û hem jî ya qada hemû ewropayê barekî giran dikeve ker milê wan. Hem ji bo em dostên xwe zêde bikin, hem ji bo em bêtir fikra serokatiyê belav bikin û hem jî ji bo di siberojê de em zûtir rêberê xwe azad bikin betir kar dikeve ser milê qada dîplomasiyê. Em li vir bi parlamenteran re hevdîtinan dikin. Em dixwazin wan jî tev li pêvajoyê bikin. Ji bo em rêberê xwe azad bikin û PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ derxin em dîplamosiyek xurt dimeşînin. Gelek hevdîtinan dikin. Di aliyê hiqûqî, aliyê civakî, aliyê mafên mirovan de em hevdîtinên dîplomatîk pêş dixin. Em hem pêşniyarnameyan didin meclise, hem dosyayan amade dikin û pêşkêşî wan dikin. Hevalên di qada dîplomasiyê de xebatek mezin pêş dixin. Dostek me ket parlamentoya Swîsre û Ewropayê. Qada me ya dîplomasiyê dê bi wê re hevdîtin bike. Em li vir her tim çapemeniya Swîsreyê agahdar dikin û wan gazî tev li buna çalakiyan dikin. Di aliyê olî de jî em dêran ziyaret dikin û em dosyayên der barê têkoşîna kurdan û serok de didin dêran jî. Em dixwazin her kesî bi vê felseyê bihisînin û dixwazin her kesî bi dîlgirtina 24 salên Rêber Apo ya li zindanê bihisînin. Me di nîqaşên xwe de diyar dikin ku heta Rêber Apo azad nebe gelê kurd jî azad nabe. Em her tim bi milê olî, çapemenî, siyasî û civakî niqaşan dimeşînin. Em dixwazin hemû welatiyên Swîsreyê bi tecrîda li ser Serok bihisînin. Em hemû welatiyan bi rastiya gelê kurd dihesînin. Em hemuyan agahdar dikin.”