7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Umer: Projeya bicihkirina koçberan gefan li ewlehiya civakan dixwe

Dewleta tirk bi rêya koçberên Sûriyê siyasetek piralî dimeşîne. Di demên dawî de koçber weke kaxizekê li dijî Ewropayê, di hundirê Tirkiyê de jî weke karkerên destheq erzan û ji bo pêkanîna guhertina demografiyê li herêmên din bi kar anîn. Di demên dawî de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan behsa pilana bicihkirina milyon koçberên sûriyeyê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir. 45 rêxistinên hiqûqî, rojnamevan û civaka sivîl bang li sekretêrê giştî yê NY û YE`yê kir. Der barê xeteriya plana dewleta tirk a plana ji bo guhertina demografiya Bakurê Sûriyê hişyarî kir.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîna Umer ji ANHA`yê re axivî. Umer, diyar kir ku siyasetên dewleta tirk li hember koçberên sûrî siyaseta şantajkirinê ye û wiha axivî: “Di destpêkê de dosyaya koçberan di aliyê mirovî de hate bikaranîn. Niha jî di aliyê siyasî de weke kaxizeke serkeftî di hilbijartinên pêş ên dewleta Tirk de tê bikaranîn.”

Emîna Umer teqez kir ku armancên dewleta tirk ji planê eşkere ne û wiha lê zêde kir: “Armanc valakirina herêmên kurdî ji şêniyên wê ye. Guhertina nîşaneyên wê, tunekirina nasnameya wê ya çandî ye. Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe nikare ji van sûcên li herêmê pêk tê bireve.”

Emîna Umer destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî dihêle ku dewleta tirk sûc, binpêkirinên xwe û pêkanîna komkujiyan bidomîne.

Emîna Umer da zanîn ku projeya bicihkirina koçberên sûriyeyê li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin projeyeke bicihkirinê ya xeter e û wiha lê zêde kir: “Armanc dikin ku serweriya dewleta tirk li herêmê ferz bike. Dagirkirina wê li herêmê berfirehtir bike. Ev proje hebûn, çand û dîroka kurdan û gelên din dike hedef. Çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng dike. Helbet ev karekî nijadperestî ye û ji bingeha dijminahiya dîrokî ya dewleta tirk li dijî gelê kurd û tunekirina kurdan ji holê, tê kirin.”

Emîna Umer diyar kir ku rêbazên dewleta tirk heta asteke mezin li gorî nêrîna hikumeta Şamê ye û ev tişt got: “Her du jî li ser esasê desthilatdariya navendî ava bûne ku şêniyan bitirsînin û bigirin da ku wan koçber bikin, her wiha dev ji berpirsyariyên xwe ji bo parastina şêniyan û pêkanîna ewlehiyê berdin.”

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer binpêkirinên dewleta tirk şermezar kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gefan li ewlehî û aramiya civakan dixwe. Guhertina demografiyê li wan herêman mayînde dike. Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û derfetê nede dewleta Tirk ku projeyên wê yên mêtîngeriyê li Sûriyê, pêk bîne.”