17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK ketiye xefika Erdogan

Nivîskara Welat Ciwana Cumaa der barê têkiliya Erdogan û PDK’ê nivîsî. Ciwana Cumaa, anî ziman ku hêzên serdest li dijî hebûna kurdan her tiştî dikin û bal kişand ser hevkariya hin kurdên ku bi gelê xwe re îxanet kirine.

Nivîsa nivîskara Welat Ciwana Cumaa a bi sernavê “PDK ketiye xefika Erdogan wiha ye:

Hişmendiya hevkarî û xiyanetê ku çavkaniya xwe ji serdema Sumeran digire, heta îro didome. Ev çîna ku her tim li ser deshilatdarî û berjewendiyên xwe yên teng tenê difikire, di felaketên ku tên serê civakê de ji bo hêzên hegemon wek amûreke sereke rolê dilîze. Ev çîna ku em behsa wê dikin bi teybetî li Kurdistanê bûye wekî amûreke şerê teybet û ji milê hêzên deshilatdar ve tê bikaranîn. Mînakên wê jî pir in.

Ev çîna xayîn nahêle kurd û şoreşa azadiya Kurdistanê bi ser bikevin. Ji bo qirkirina kurdan çi ji destê wê tê bêminet ji dijminê kurdan re dike. Çawa ku di serdema Enwer Paşa de, hin serokên eşîrên kurdan ji bo osmaniyan hevkarî û xizmet dikirin. Ji bo dilxwşkirina osmaniyan bi kêf û eşq ciwanên kurd dişandin şeran. Heman tiştî niha jî PDK dike. Pêşmergeyên xwe hemû xistine xizmeta Erdogan û bi wan şerê gêrilayên azadiya Kurdistanê dike. Osmaniya nû vê carê kurdan bi destê kurdan dide kuştin û bi vî rengî dixwaze kurdan qir bike.

Dewleta tirk û hêzên navnetewî dixwazin pêvajoya tunekirina tevgera azadiyê bi destê malbata Berzanî pêk bînin. Çawa ku di serhildanên beriya niha yên kurdan de bûye, dixwazin di vê serhildanê de jî xiyanetê têxin dewrê. Ji bo ku kurdan bi hev bide qirkirin bênavber xebitî. Dixwazin Malbata Berzanî weke hespekî Trûva bikarbînin û xeta Tevgera Azadiyê û serokatiya wê bê bandor bikin.

Îcar Erdogan dît ku heta PDK’ê nexin nava şer wê bi ser nekevin. Eger PDK bi faşîstên tirkan re dewam kir wê ji bo kurdan felaketeke mezin be. PDK difikire ku wê bi binketina  PKK’ê desthilatiya xwe xurttir bike. Lê berovajî wê dê şerekî wisa destketiyên kurdan tevan ji holê rake. Divê kurd vê bizanin. Dewleta tirk bi ser bikeve wê kurd her tiştên xwe ji dest bidin. Lewre dewleta tirk tenê ne neyarê PKK’ê ye. Neyarê kurdan tevan e û dixwaze dawiyê li tevahiya destkeftiyên wan bîne. Di nava PKK’ê de ji her devera Kurdistanê hene.

Li ser vî esasî gel herdem li himber vê îxanet û şerî li qada ne. Di nav  kurdan de wê PDK jî bi xiyanetê were sûcdarkirin. Dewleta tirkan niha dixwaze hevkariyê bi mala Barzanî re xurt bike da ku kurdan bi kurdan bide kuştin.

Lê belê kurd ne kurdên berê ne. Kurd gihîştine asta gelekî polîtîk û zane. Loma li gel gerîlayên ku li dijî xiyanet û dagirkeriya li Zap, Metînan û Avaşînê hatiye kirin berxwedaneke mezin dimeşînin wê xiyanetê têk bibin. Dijminê kurdan dewleta tirk wê vê carê bi xiyanetê negîje encamê û gerîla wê xiyanetê ji Kurdistanê jêke û bavêje.

Çavkanî: https://rojnameyawelat2.com/pdk-ketiye-xefika-erdogan/