17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Abdullah Ocalan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, qedexeya hevdîtina bi malbatê re ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, birin ber Dadgeha Destûra Bingehîn. Astengkirina serdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi cezayên dîsîplînê yên “bêhiqûqî” çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.

Parêzeran di serlêdanê de destnîşan kirin ku qûtbûnek bi temamî heye. Parêzeran diyar kirin ku negirtina agahiyê ji Abdullah Ocalan îşkence ye û ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwestin ku binpêkirina mafê hurmeta li jiyana malbatî û taybet, binpêkirina mafê darizandina adîl û parastinê, binpêkirina mafê rêya serlêdanê ya bi bandor tespît bike.