17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran xwest Almanya qedexeya li ser PKK’ê rake

Ji bo li Almanyayê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin gaveke girîng hate avêtin. 29 sal in kurdên li Almanyayê krîmînalîze dibin, siyasetmedar û çalakvanên kurd tên darizandin, sembol û alayên Tevgera Azadiyê ya Kurdan tên qedeexekirin. Ji bo rakirina qedexeya 29 salan a li ser navê PKK’ê parêzer Dr. Lûkas Theûne û Dr. Peer Stolle serî li Wezareta Karê Navxweyî dan.

Piştî serîlêdanê her du parêzeran tevî Dîlan Akdogan a Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) li Konferansa Çapemeniyê ya Federal civîneke çapemeniyê li dar xistin. Parêzer Heîke Geîsweîd di civînê de diyar kir ji ber qedexeya li ser PKK’ê kurdên li Almanyayê tên krîmînalîzekirin û qala hincetên qedexeya di 26’ê mijdara 1993’an de kir. Geîsweîd bi bîr xist ku di nava salan de çarçoveya qedexeyê hatiye berfirehkirin, gelek sembol û posterên Abdullah Ocalan jî hatine qedexekirin.

Geîsweîd diyar kir dema Almanyayê ev qedexe didomand dewleta tirk jî zextên xwe yên li ser kurdan zêdetir kiriye û got “Li Tirkiyeyê li ser kurdan zextên sîstematîk hene. A niha rejîm li hemberî siyasetmedarên kurd her cure hêza dewletê bi kar tîne. Ji ber vê divê Almanya siyaseta xwe biguherîne û dev ji vê qedexeyê berde.”

Dr. Lûkas Theûne ê ku li ser navê PKK’ê serlêdan jî kiribû got “PKK jî êdî ne li pey hedefên xwe yên berê ye û dixwaza li welatên ku kurd lê dijîn mafên xwe yên otonomiya çandî bi dest bixin. PKK’ê ji bo avabûna Rêveberiya Xweser a ku li Bakurê Sûriyeyê gelek komên etnîk û dînî tê de cih digirin, pêşengtî kir. PKK’ê di sala 2015’an de li Şengalê civaka Êzidî ji qetlîama DAÎŞ’ê rizgar kir û hikumeta federal a wê demê ji ber vî tiştî spasî li wan kiribû.”

Dr. Peer Stolle yê ku wî jî serlêdan kiribû diyar kir ji ber bûyerên şîddetê yên 29 sal berê ev biryara qedexeyê hatiye stendin û got “Heke hincet û bingeha van qedexeyan tunebe, divê ev qedexe were rakirin.”

Dîlan Akdogan jî li ser navê MAF-DAD’ê diyar kir ew piştgiriyê didin vê serlêdanê û got “Ji ber vê qedexeyê krud bûn hedef û krîmînalîzekirin. Mafê avakirina komeleyan û jiyîna mafên çandî yên kurdan hate astengkirin. Ji ber qanûnên 129 a û 129 b gelek siyasetmedar û çalakgerên kurd hatin darizandin û gelek ji wan hatin dersînorkirin û teslîmî Tirkiyeyê hatin kirin. Li ser çalakgerên alman ên ku piştgirî didan gelê kurd jî zext hatin kirin.”