7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eyşe Hiso: Dagirkirina Herêma Parastina Medyayê parçeyê komployê ye

Şerê dewleta tirk û PKK’ê ku di 14’ê nîsanê de li dijî Herêma Parastina Medyayê dest pê kir didome. Bertak û nerazibûnên gel ên li dijî şerê ku dewleta tirk û PDK’ê daye destpêkirin zêde dibe. Gelek pêşengên civakê ji ji PDK’ê dixwazin ku dest ji îxanetê berde. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso der barê êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Ajansa Hawarê (ANHA) re axivî.

Eyşe Hiso diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya navneteweyî ya ji bo qirkirina gelê kurd e û wiha got: “Êrîşan bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Hê jî didome.

Eyşe Hiso destnîşan kir ku dijmin, hesab nekir ku dê kurd li dijî êrişên qirkirinê li ber xwe bidin û wiha axivî: “Tenê Tevgera Rizgariya Kurdistanê nakin hedef. Hemû partî û mezhebên kurdan dikin hedef. Pêvajoya heyî dubare nabe. Yan em bibin xwedî biryar û vîn ku berjewendiyên xwe pêk bînin an jî tune bin. Eger berxwedana li herêmên Parastinê yên Medyayê bi hêz  bimîne, dê hêza berxwedanê ya li her çar parçeyên Kurdistanê jî bimîne. Ji bo am parastina pêşeroja azad a Kurdistanê bikin divê em piştgirî bidin gerîla. Bi saya hebûna gerîla li çiyayên Qendîlê hikumeta Başûrê Kurdistanê niha heye. Gerîla li hember hewldanên dewleta tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê li ber xwe didin. Sala 2014`an dema çeteyên DAIŞ’ê gihiştin sînorê Başûrê Kurdistanê çi li Mexmûr û an jî Şengalê, gerîla,YPG û YPJ herêm parast. Parastina Şengalê jî parastina doz û dîroka Kurdî ye.”

Eyşe Hiso, bal kişand ser êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê jî û ev agahî da: “Dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, ew hêz li ku derê bûn? Îdaîyên ku ew Şengalê diparêzin ji rastiyê dûrin. Gelo niha dê Şengal ji şêniyên wê biparêzin?”

‘Ev xîyanet e’

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyê û ev nirxandin kir: “Destê xwe didin destê dijmin û hevkariyê pê re bikin. Ev xiyanet e. Cudahî di navbera xiyanet û şerê birakujî de heye. Dewleta tirk israr dike bi hevkariya desthilatdarên Başûr, Kurdan qir bike, gelo nayê bîra desthilatdarên Başûr kî li dijî referandoma serxwebûnê derket?”

Eyşe Hiso herî dawî anî ziman ku komployên dewletên hegemonîk li ser vê projeyê xeter in ku ji jiyana hevbeş a gelan ditirsin û wiha got: “Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya dewletên serdest ên kapîtaîlst in ku dixwazin xwe li hember binkeftinên xwe nû bikin. Divê xwedî li fikrên rêber Abdullah Ocalan derkevin da ku kongreyeke nîştimanî li dar ku sîwana siyasî ya kurdî bibe ye û têkoşînê di vê çarçoveyê de berdewam bikin. Em nikarin fedekariyên gerîla li her çar parçeyên Kurdistanê înkar bikin. Beşdarbûna gerîla ya di berxwedana Kobanê de serkeftin li dijî DAIŞ’ê bi xwe re anî. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan didome. Li aliyê din berxwedana gelê kurd jî li cîhanê deng vedaye.”