19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet li Botanê daristanan talan dike

Êrişa ku Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Êrişa ku di 30’ê nîsanê de li Çiyayê Cûdî pêk hat û 8 leşker têde hatin kuştin derbeke mezin li planên êrişa li Zap, Metîna û Avaşînê da. Piştî kuştina leşkeran, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Arîf Çetîn û Hazim Babat ê ji bajarokê Sêgirkê li 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan a Şirnexê civînek li dar xistin û li dijî Cûdî, Gabar û Bestayê biryara êrişekê girtin. Piştî hevdîtinê Babat “ferman” da cerdevanan ku beşdarî êrişê bibin û daxwaz kir ku cerdevanên naxwazin beşdarî êrişan bibin bên qanexkirin.

Di çarçoveya êrişê ku li serê biryar hat dayîn de cerdevanên gundê Tivor ê navçeya Elkê ber bi Çiyayê Gabarê ve hatin şandin. Hat diyarkirin ku li herêma li serê biryara êrişê hatiye dayîn bi rojane tevgera leşkerî heye û birîna daran dest pê kiriye. Li herêma Kaniyamîran dar di bin çavdêriya leşkeran de tên birîn. Birîna daran ji bejahî û hewayê ve jî tê kontrolkirin. Darên ku tên birîn bi qamyonan ji bajar tên derxistin.

Gelê herêmê ku li dijî birîna daran serî li qereqolê ji aliyê fermandarê qereqolê ve gef li wan hat xwarin.

Gelê herêmê, diyar kir ku debara jiyana wan hatiye tunekirin û xwestin ku birîna daran bê rawestandin. Tê gotin ku fermandarê qereqolê ji welatiyan re gotiye: “Hûn destûrê bidin jî nedin jî em ê daran bibirin.”

Çavkanî; Ajansa Mezopotamyayê