6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Dixwazin hemû axa Kurdistanê wekî Efrînê talan û wêran bikin 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Ebru Gunay, li Avahiya Partiya xwe a Giştî civîna çapemeniyê pêk anî. Gunay, di civînê de pêşketinên di rojevê de nirxandin.

Gunay, Leyla Qasim a 48 sal berê tevî 4 hevalên xwe ji ber têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Iraqê hate darvekirin, bibîr anî û wiha got: “Leyla Qasim û rêhevalên wê li dijî her cureyên zilmê li ber xwe dan. Berdêla wan veguheriye mîrateyeke têkoşînê ya mezin. Dîsa em Leyla Qasim û jinên ku ji wê rojê heta niha li ber xwe dane û yên ku ji bo azadiyê berdêl dane bi rêzdarî û minnet bi bîr tînin.”

Ebru Gunay, bal kişand ser 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û diyar kir ku 15’ê Gulanê ji bo wan cejna netewî ye û wiha got: “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Kovara Hawarê ji bo pêşketina zimanê kurdî, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. 15’ê Gulanê ji bo me cejneke neteweyî ye. Cejna zimanê me pîroz be.”

Ebrû Gunay da zanîn ku di dîroka kurdan de sed sal in zext û asimilasyona li ser zimanê kurdî kêm nebûye û wiha berdewam kir: “Di heft salên dawiyê de zext û zordarî zêdetir bûne. Polîtîkayên yekperestiyê, li Tirkiyeyê, pirrengî û dewlemendiyan ji holê radikin û feraseta yekperest li ser me ferz dikin. Em careke din zext, zor û qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin.

Ebru Gunay, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 17’ê nîsanê de desthilata AKP’ê û MHP’ê êriş bir ser axa kurdan. Armanca van operasyonan ew e ku dixwazin kurdan ji cih û warê wan derxin, li Başûr û Rojava dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin. Êriş li dijî destkeftiyên gelê kurd e. Bila partiyên kurd nebin parçeyek vê yekê. Dixwazin her warê kurdan wek Efrînê talan û wêran bikin. Ji ber ku hebûna xwe li ser dijminahiya kurdan ava kirine. Bandora van operasyonan ne tenê li ser kurdan li ser hemû gelên Rojhilata Navîn jî çêdibe. Bi van operasyonan aşkera bû ku hikûmet, îradeya gelê Başûr, statuya Herêma Kurdistanê nas nake û înkar dike.”