8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Moskovayê gefa çekên nukleerî li NATO’yê xwar

Bi daxuyaniya serokê Fînlandayê Sauli Ninisto ya ji bo tevlêbûna NATO’yê, rayedarên Moskovayê dîsa hişyariyên xwe yên der barê şerê nukleerî de anîn ziman.

Cîgirê Konseya Meclisa Ewlekarî ya Rûsyayê Dmitri Medvedev da xuyakirin ku heke şerek di navbera Rûsya û NATO’yê de derkeve, dibe ku ew şer veguhere şerekî nukleerî.  Medvedev her wiha di daxuyaniya xwe de bal kişand ser perwerde û tatbîqatên welatên NATO’yê yên li Ewropayê rojavayî û wiha got: “Ew tevgerên NATO’yê ên li nêzî sînorên welatê me ihtîmala derketina şerekî heye.”

Medvedev li ser hesabê xwe yê Telegramê de jî wiha nivisandiye:  “ Welatên NATO’yê bê navber çekan ji Ukraynayê re dişînin û leşkerên Ukraynayê perwerde dikin, çekdaran dişînin û perwerdeyê li ber sînorê me dikin ev hemû dikarin bibin sedemê derketina şerekî vekirî di navbera NATO û Rûsyayê de.”

Hêjayî gotinê ye ku rayedarên Rûsyayê beriya niha jî gelek caran îşaret bi derketina şerekî di navbera wan û welatên NATO’yê de kirine û gefa bikaranîna çekên nukleerî kirine.