21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: Helîkoptereke Skorsky hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên wan de helîkoptereke Skorsky hatiye xistin.

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan darbeyên giran li artêşa tirk dixwe û wiha got: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, derbên giran li êrişa dagirkeriyê ya dewleta tirk a mêtinger dixin. Artêşa tirk a dagirker ku nikare xwe li qadê bilivîne, li hemberî Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî û teqemeniyan bi kar tîne. Qadên Berxwedanê di 10, 11 û 12’ê Gulanê de 27 caran bi çekên kîmyewî, 36 caran bi balafirên şer û helîkopteran, bi sedan carî jî bi obusan hatin bombekirin. Li dijî van rêbazên nemerdane yên dewleta tirk a dagirker, hêzên me çalakiyên xurt dikin. Di encamê de 6 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn, helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Ev çalakiyên xurt û bi bandor, hunera derba bi rêbaza teyrê baz a gerîlayên me yên bi ruhê fedaî yê Apoyî careke din raxe pêş çavan.”