7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Urdin: Em ê rê nedin koçberkirina filistîniyan

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefadî destnîşan kir ku welatê wî destûra koçberkirina filistîniyan nade û got “Ji bo wê çi pêwîst bike em ê bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefadî tev li Komxebata Ewlehiya Navneteweyî ya 9`emîn ya “Diyaloga Menamê” bûbû, ji rojnamevanan re axivî û got: “Piştî şer li Xezayê bi dawî bibe, tu leşkerekî ereb nakeve Xezayê.”

Sefadî diyar kir ku şerê Îsraîlê li Xezayê ne di çarçoveya xweparastinê de ye, lê belê êrişeke dijminahiyê ye û got: “Tu rewabûna wî şerî tune ye, ev şer dê ewlehiyê ji Îsraîlê re pêk neyne.”

Sefadî anî ziman ku dê welatê wî rê nede koçberkirina filistîniyan, ji bo wê jî her tiştê were xwestin dê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şerê Hemas-Îsraîlê 7`ê Cotmehê bi operasyona Hemasê dest pê kiribû. Di encama operasyonê de hezar û 200 kes hatibûn kuştin, nêzî 240 kesên ku di nava wan de biyanî jî hene, dîl hatibûn girtin û bo Xezayê hatibûn veguhastin.

Ji wê dîrokê de Îsraîl êrişî Xezayê dike. Di encama êrişên heta niha de zêdetirî 12 hezar kes hatine kuştin ku ji wan 5 hezar zarok in.