5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê bûn 61

Ji 17`ê Cotmehê ve herî kêm 61 êrîş li dijî baregehên hêzên Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê yên li Sûriye û Iraqê hatine kirin.

Tora El Hura li gorî rayedarekî Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji 17`ê Cotmehê ve herî kêm 61 êrîş li dijî baregehên hêzên Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê yên li Sûriye û Iraqê hatine kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, êrîş bi moşekan û dronên biçek hatine kirin; 29 êrîş li Sûriyeyê, 32 jî li Iraqê çêbûne.

Her wiha hat diyarkirin ku piraniya êrîşan hatine têkbirin. Li aliyê din, heman rayedarî ragihand ku di êrîşa li dijî baregeha hêzên wan a li Til Beyder a Sûriyeyê de leşkerekî Amerîkayê birîndar bûye û zirar gihîştiye binesaziyê. Her wiha destnîşan kir ku di êrîşên li djiî baregeha Eyn Esed û Herîr ên li Hewlêrê de tu zirarên madî û canî çênebûne.

Ji 17`ê Cotmehê ve, di encama êrişan de herî kêm 60 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.