4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Iraqê dê serokekî nû hilbijêre

Tê payîn ku îro parlamenterên Iraqê li avahiya parlamentoyê li hev bicivin û li şûna serokê berê Mihemed Helbûsî serokekî nû ji bo parlamentoyê hilbijêrin

Li ser daxwaza 50 parlementeran, tê payîn îro parlementoya Iraqê civînek ne asayî lidarxe û kesek nû li cihê Mihemed Helbûsî ji bo serokê  parlementoyê hilbijêre.

Li gor nûçeya dezgeha medyayî ya ser bi Iraqê, li ser daxwaza 50 parlementeran, wê îro parlementoya Iraqê civînek ne asayî lidarxe û kesek nû li cihê Mihemed Helbûsî ji bo serokê  parlementoyê hilbijêre.

Li gor madeya 58 a destura Iraqê wê civîn pêkwere. Di yasayê de tê gotin, eger li ser daxwaza serokkomar, serokwezîr, serokê parlementoyê yan jî di ser 50 parlementeran re daxwaza civînê hebe, parlementoya Iraqê dicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 14’ê Mijdarê Dadgeha Federal a Iraqê biryara ji erk xistina Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî dabû. Li gor yasayên Iraqê ji piştî biryara dûrxistina Helbûsî hatî dayîn ve, cîgirê yekem yê serokê parlementoyê wê serokatiya parlementoyê bike û di nava 15 rojan de divê serokek nû ji bo parlementoyê were hilbijartin.