9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Deşta Şarezûr çinîna birincê dest pê kir

Cotyarên Şarezûr bi hatina yekem barana peyîzê re, dest bi dirûna birincê kirin. Cotyaran dan zanîn ku birincê ji dervey welat tê ne cihê baweriyê ye, lê birincê navxweyî çêtir û bi tamtir e.

Her sal di meha Gulanê de cotyarên Deşta Şarezûr dest bi çandina birincê dikin, pêwîstiya birincê hertim bi avê heye, ger av nebe birinc jî berhem nagire.

Li Deşta Şarezûr nêzî 500 donum zevî birinc tê çandin. Li wir birinca Kurdî tê hilberîn, li gundê Kewçiktaş jî ji ber çavkaniya avek başe, her sal nêzî 40 ton zevî birinc tê çandin.

Cotyarên Deşta Şarezûr bi hatina yekem barana peyîzê re dest bi dirûtina birinca îsal kirin. Cotyarê bi navê Hemze Mihemed derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. Hemze got ku bi awayek giştî li Deşta Şarezûr birinc tê çandin û got; “Birincê gul spî û gul Sor tê çandin, birincê gul spî di salên 90’î de hatiye Kurdistanê û heya niha jî cotyar wî birincî diçînin. Ji zarokatiyê ve bavê min karê çandiniya birinc dikir, em jî li ser heman rêyê dewam dikin. Dema berê me birincê bi dasan dibirî û ev yek  gelek zehmet bû. Lê niha bi wesayîtên dirûtinê (dirase) ev kar tê kirin.”

Hemze di dewama axaftina xwe de got ku piştî dirûtinê, 3 rojan birinc tê rawestandin û piştre ji bo aş dibin û birinc tê cûdakirin. Hemze dibêje, birincê niha li bazarê tê firotin hemû ji dervey welat tê û kes nizane çawa tê çêkirin.

Hemze behsa birincê Kurdî dike û dibêje; “Birincê Kurdî ti gumanek li ser nîne, birincek taybet yê Deşta Şarezûre. Bi tame û lezete, ji birincê derve gelek cûdatire. Bi awayek giştî cotyar karê berhemên navxweyî dikin, ger hikumet ji bo zindîkirina berheman alîkar be, pêwîstiya me bi berhemên derve nîne.”

Şofêrê wesayîtê dirûtinê (derase) Rêkewt Mihemed jî der barê mijarê de axivî û got; “Salane di meha Cotmehê de em dest bi dirûtina birincê cotyarên Pênciwên dikin û piştre jî tên Deşta Şarezûrê. Dirûtina birincê karek zehmete, ji bo vê jî pêwîstî bi hişyariyek mezin heye. Ger baş neyê dirûtin, wê ziyanek mezin bigihê birincê.”