17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûysal: Aktorê çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan e

Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik ê navçeya Elkê bi jinan re civiya. Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal a di civînê de axivî, destnîşan kir ku aktorê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

Partiya Çepên Kesk lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Di çarçoveya xebatan de li qada li quntara Çiyayê Kumtik yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê bi tevlibûna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal, Ayşegul Dogan, Meclisa Dayikên Aşitiyê, TJA, rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek jinan şahiya jinan hate lidarxistin.

Beriya destpêkirina bernameyê jin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ber bi qadê ve meşiyan. Jinên ku bi kincên xwe yên herêmî tev li bernameyê bûn, govend gerandin.

Bername bi deqiqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî. Dogan, bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û wiha axivî: “Ez dizanim hûn hemû ji 14’ê Gulanê re amade ne. Çima ev hilbijartine ji me re girîng e çimkî em li çareseriyekê digerin. Em çi dixwazin em nasnameya xwe dixwazin. Em çareseriyeke mayînde û birûmet dixwazin. Mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye, divê deriyê Îmraliyê vebin. Soza me heye ku em ê çareseriyekê pêk binin. Ji ber wê ev hilbijartine ji me re girîng e. Divê kurd jî êdî bi nasnameya xwe, çanda xwe û hebûna xwe bên qebûl kirin. Yên ku van qebûl dikin serçavan ên ku qebûl nakin jî bersiva me ji wan re zelal e.”

 ‘Li ser birêz Ocalan siyasetê dikin ’

Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal jî diyar kir ku jin ber bi guhertinê ve dimeşin û ev tişt got: “Em weke Şirnexê bi du parçeyên Kurdistanê re sînor in. Ji ber wê sekna me ya li vir, dengê me yê li vir girîng e. Îro dewlet ji ber ku ber bi xelas bûnê ve diçe êrîş dike. Îro her du tifaqên ku hatine avakirin li ser birêz Ocalan siyasetê dikin. Ev e 2 sal in yek agahî ji Îmraliyê tune ye, ev siyaseta qirêj ku di şexsê Ocalan de tê meşandin em qebûl nakin. Ew jî dizanin ku aktorê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Bi operasyonan bi girtinan dixwazin ku hêza me û armanaca me ya guhertinê tune bikin. Em ê zext û zilma wan hilweşinin lê divê ku em di serî de tifaqa xwe ava bikin. Hêz em in,  navnişana guhertinê jî em in.”

‘Gelê me xwedî biryar e’

Pişt re parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, got ku gelê kurd dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide û got: “Kesên ku îradeya gelê kurd bin pê dikin, îradeya gel digirin ber bi xelasbûnê vê diçin. Lê gelê me xwedî biryar e û dibêje ‘em xwedî rêber in, xwedî pêşeng in’ çîroka wan tunehesibandinê ber bi qedandinê ve diçe. Hûn têk diçin, jinên kurd, ciwanên kurd selteneta we hilweşînin. Em li hemberî siyaseta kuştinê siyaseta demokratîk dimeşînin. Ji ber wê em vê hilbijartinê di asta sedsalê de dibînin. Me weke HDP’ê li hemberî vê zilmê li berxwe da, îro dem dema serkeftinê ye.”

Piştî axaftinan bername bi gerandina govendê bi dawî bû.