2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikumeta Îranê gelek çalakvanên mafên karkeran girtin

Hêzên dewleta Îranê beriya 1’ê Gulanê gelek mamoste û çalakvanên mafên karkeran girtin. Hat ragihandin ku di dema binçavkirinê de yek ji mamosteyên jin krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî Ajansa NûJinha, hêzên ewlehiyê yên hikumeta Îranê bi ser mala berdevkê Sendîkaya Mamosteyan a Tehranê Mihemed Habîbî de girt û tevî Hebîbî gelek mamoste û çalakvanên mafên karkeran girtin.

Yek ji mamosteyên jin krîza dil derbas kiriye

Hevjîna Mihemed Habîbî Xadihej Pak Zamîr jî yek ji girtiyan e. Hat ragihandin ku di dema binçavkirinê de yek ji mamosteyên jin krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê.

Kesên girtî birin girtîgeha Evînê. Reyhaneh Ansarinejad, Asal Mihemedî, Hirad Pîrbadaxî, Anîşa Asadolahî, Sarwenaz Ehmedî, Kamyar Fekoor, Hassan Îbrahîmî, Jaleh Rouhzad û Aldouz Haşemî di nava çalakvanên girtî yên sewqî girtîgeha Evînê hatine kirin de ne.

Mihemed Habîbî çalakvanek sereke ya Tevgera Mamosteyên Îranê ye û di nava meha borî de çend caran hat binçavkirin.