6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Abê bi quran te pir eyb kir’

Li Mêrdînê, gel biryar daye ku wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û ji ber vê sedemê dema ku pirsa ‘Hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê’ ji wan tê kirin vê bersivê didin: “Abê bi quran te pir eyb kir.”

Bi nêzbûna hilbijartinê re li Mêrdînê coş û kelecaneke mezin heye û j bo şopandina vê rewşê ji Amedê berê xwe didim Mêrdînê. Lê beriya ku çavdêriyên xwe yên li bajêr bînim ziman dixwazin hinek qala bajêr û rewşa siyasî ya lê bikim. Weke ku tê zanîn Mêrdîn bajarekî dîrokî pirnetew e. Bi navçeyên xwe re bajarê Mêrdînê ji suryanî, ereb û kurdan pêk tê. Yek jê navendî bi giştî 10 navçeyên Mêrdînê hene û li gorî daneyên dawîn 818 hezar û 23 kes li bajêr dijîn. Dîsa li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), 541 hezar û 445 hilbijêrên Mêrdînê hene û wê di 14’ê Gulanê de dengê xwe di hezar û 843 sindoqan de bi kar bînin.

Li Mêrdînê, ji hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2007’an ve partiyên li ser xeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlamenter derdixin û dişînin parlamentoyê. Di hilbijartinên 2007 û 2011’an de ev partî bi namzetên serbixwe ketine hilbijartinê; di sala 2007’an de 2 û di sala 2011’an de jî 3 parlamenter hatine hilbijartin. Piştî ku weke partî ketine hilbijartinê, di hilbijartinên 2015 û 2018’an de HDP bûye partiya yekemîn û di 2015’an de 5/4 û di 2018’an de jî 4 parlamenter derxistiye.

Di hilbijartinên herêmî de rewş hinek cudatir e. Beriya ku bibe bajarê mezin navenda Mêrdînê di destê AKP’ê de bûye. Lê piraniya navçeyên wê di destê partiyên li ser xeta Partiya Çepên Kesk de bûne. Di sala 2014’an de piştî ku bû bajarê mezin navenda Mêrdînê jî ket destê partiyên li ser xeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Her ku bûye bajarê mezin di du hilbijartinên pêk hatine de AKP li bajêr têk çûye. Lê her du caran jî qeyûm tayînî şuna vîna gelên Mêrdînê kiriye.

‘Partî ez im’

Piştî van agahiyan dixwazin qala atmosfera hilbijartinê ya li Mêrdînê û navçeyên wê bikim. Ji rêwîtiya xwe dest pê bikim; di dolmîşa ku ji Amedê pê diçim Mêrdînê de ji bilî jin û mêrekî ku ji hev re qala hal û malê dinyayê dikin kes xeber nade. Ev bêdengî heta têketina Mêrdînê berdewam kir û di nuqteya kontrolê ya leşkeran de bi dawî bû. Leşker nasnameyê me kontrol dikin û em wisa derbasî Mêrdînê dibin. Destpêkê min berê xwe da avahiya HDP’ê ya bajêr. Li avahiyê liv û tevgereke zêde heye û rayedaren partiyê û namzetên Partiya Çepên Kesk plansaziya xwe ya rojê dikin.

Li avahiya HDP’ê du kalên temenên wan mezin bala min dikişînin û ez diçime cem wan. Piştî ku halê wan dipirsim, dixwazim hîn bibim ku ka dizanin wê bi kîjan partiyê tev li hilbijartinê bibin. Her du jî alên Partiya Çepên Kesk ên li ber avahiyê nîşanî min didin û yek ji wan dibêje, ‘partî ez im û hewce nake ku tu ji me pirsa partiyê bikî.” Li ser vê bersivê êdî ji avahiya HDP’ê vediqetim û tev li bernameya namzetên Partiya Çepên Kesk ên bajêr Leyla Kaya û Berîtan Guneş a li Pîşesaziya Mêrdînê ya li ser riya Qoserê dibim.

Li pîşesaziya ku piraniya esnafên wê bi erebî xeber didin her du namzet bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Esnafekî ku ji helwesta wî diyar e AKP’î ye, bi namzet Berîtan Guneş û parlamentera berê ya HDP’ê ya bajêr Gulseren Yildirim re nîqaşa LGBTÎ’yê dike. Dibêje, ‘Gere mafê jiyanê ji LGBTÎ’yan re neyê danîn û çawa çêdibe partiya we ji wan re rêz digire.’ Esnafek din jî gazind li namzetan dike û dibêje, ‘Ma hûn li ku derê ne, hûn çima zêdetir serdana me nakin.’ Berevajiyê vî esnafî esnafekî din jî dibêje, ‘Ne hewce ye hûn bihatina. Jixwe partiya me diyar e.”

Pirsa nayê kirin!

Ez ji pîşesaziyê derbasî Qoserê dibim. Lê beriya ku derbasî Qoserê bibim, ji ber ku du serdeman parlamenteriya bajêr kiriye, li ser piyan bi Gulseren Yildirim re sohbeteke dirêj dikim. Ji ber ku li Mêrdînê eşîr û malbat bandora xwe li ser encamên hilbijartinê dikin destpêkê vê der barê de pirsan jê dikim. Yildirim, dibêje, ‘Li Mêrdînê, ne eşîr û malbat, biryara partiya me encamên hilbijartinê diyar dike. Partiyêkîjan namzetî tercîh kiribe mêrdînî jî li gorî wê biryara xwe didin. Partiya Çepên Kesk bi hêsanî 5 parlamenteran digire. Îhtîmaleke mezin wê AKP jî parlamenterekî bigire. Lê AKP’ê dengên xwe gelek kêm kirine.”

Piştî vê sohbetê li Qoserê me. Ji ber amadekariyên cejnê li Qada Azadî ya navçeyê liv û tevgereke zêde heye. Mirov bi zorê di ber hev re derbas dibin. Tevî ku her tişt gelek biha ye jî gelek kesên ku li qadê şekir, loqim, dermanê çorekan û kincan difiroşin, bi dengekî bilind bang dikin û dibêjin, ‘erzanî xwe li vir danî.’ Lê ev gotin tenê ji bo xweşkirina firotina tiştan e. Lewre desthilata AKP-MHP’ê mîna gelek tiştan erzaniyê jî qedexe kirine.

Li qadê ji gelek kesan pirsa rengê dengê wan û encamên hilbijartinê dikim. Li ser pirsa min kesek qertê Partiya Çepên Kesk ji berîka xwe derdixe û ji min re dibêje, ‘Te bersiva xwe girt.’ Ciwanek jî dibêjê, ‘Abê bi quran te pir eyb kir. Ma mirov li Qoserê qet vê pirsê dike?’ Çend kes jî ku îhtîmaleke mezin AKP’î bûn bi acizî bersiv didine min û angaşt dikin ku der barê hilbijartinê de tiştekî nizanin.

AKP’î çêran dikin

Ji qadê derbasî buroyeke Partiya Çepên Kesk bûm. Tevî meha Remezanê ye jî buro tijî ye. Li buroyê rojev ewlehiya hilbijartinê û parastina sindoqan e. Li ser maseyekê rûdinim û bi wan re hilbijartinê dinirxînim. Hedefa qoseriyên li buroyê mezin e û dibêjin ku wê 5-parlamenter derbixin. Her wiha li şûna AKP’ê şans didin CHP’ê. Di otobusa ku pê vedigerim Mêrdînê de min ji kesekî navsere yê li cem xwe pirsa hilbijartinê kir. Bi aciziyeke mezin bersiv da min û got ku îmam xetîb xwendiye û eleqeya xwe bi hilbijartinan nayne. Ciwanê li rexa min a din ji vê bersivê aciz bû û jê re got, ‘Ma camêr çi ji te pirsî ku tu wiha ters bersiv didî.” Li ser vê her du bi hev ketin û min bi zorê ew ji hev veqetandin. Li ser vê min heta Mêrdînê êdî xwe ker kir.

Li Mêrdînê, li navenda bajêr digerim û heta ji min tê xwe digihînim welatiyan û pirsa hilbijartinê ji wan dikim. Li parqeke bajêr leqayî du AKP’iyên hişk hatim. Ez Mêrdînê ji wan pirs dikim, ew ji min re qala Tirkiyeyê dikin û angaşt dikin ku bi têkçûna AKP’ê re wê îslam jî têk biçe. Balkêş e, her du AKP’î di bersivên xwe de gelek çêrên ku ez nikarim li vir binivisînim jî dikin. Herî dawî ji min re gotin, ‘Tu bi pirsên xwe diyar dikî ku dijmînî û ji cem me biçe.’ Tiştekî ku bikim tune ye, ji cem wan radibim û gera xwe li nav bajêr didomînim.

Partiya yekemîn diyar e

Li navenda bajêr buroyên AKP’ê vala ne, ne kes li ber derê wan ne jî li hundirê wan heye. Li bajêr zêde alên partiyan jî nehatine daleqandin. Her partî li ber avahiyên xwe û li ber buroyên xwe bi awayekî kêm alên xwe daleqandiye. Li bajêr gelek kes bal dikişînin ser derbasbûna Suleyman Çelebî ya CHP’ê û dibêjin ku wê CHP ji AKP’ê gelek dengan bigire û wê bi kêrî Partiya Çepên Kesk bê. Her wiha ji bo namzetiya serbixwe ya Vecdî Karaman jî heman nirxandin tên kirin. (Çelebî û Karaman AKP’iyên berê ne)

Li navenda Mêrdînê herî dawî çûm rawestegeheke texsiyan. Destpêkê henekê xwe bi min dikin û dibêjin em ji te re naştexilin. Lê piştre ya dile xwe vegotin, ‘Gel dibêje em êdî diz û zaliman naxwazin. Herkes dizane ku li Mêrdînê wê kîjan partî bibe partiya yekemîn.” Bi vê bersivê êdî roja xwe ya ewil a li Mêrdînê temam dikim û derbasî mala ku lê dimînim, dibim.

Dengê xwe didine xwe

Roja din serê sibehê berê min li Nisêbînê ye. Ji ber ku di dolmîşê de cihê runiştinê nemaye ji neçarî li ser piya diçim Nisêbînê. Ev jî dibe sedem ku li ser rêya Nisêbînê seyra Rojava nekim. Bi vî awayî gihiştim Nisêbînê û destpêkê li sûka wê geriyam. Li sûkê, bê îstisna devê kî vedikî dibêje Partiya Çepên Kesk. Heta gelek ji wan dibêjin behsa AKP’ê ji me re neke. Dayikeke ku ez wê didime rawestandin û hilbijartinê jê dipirsim, ev bersiv dide min: “Tu lê çi pirsê ji min dike, ma ne diyar e ku ez ê dengê xwe bidim xwe?”

Li Nisêbînê, ji bilî avahiyên HDP-DBP-Partiya Çepên Kesk buroyên hilbijartinê girtî ne. Li ber buroyekê zarokek min hişyar dike û dibêje, ‘Biçe piştî fitarê bê, qet li vir nesekine wê venekin. Li ser vê hişyarkirina zarok min berê xwe da riya armûşê. Li vir bi Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Namzeta Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz re li ser hilbijartinê hevpeyvîneke kurt dikim. Bi kurtasî Aydenîz, ev tişt gotin: “Li Mêrdînê buroyên AKP’ê vala ne û namzetên wê gelek qels in. Qelsbûna namzetên AKP’ê qelsbûna wê jî nîşan dide. Namzetên wê namzetên şer in ne namzetên gel in. Walî, qaymeqam û fermandarên artêşê jî ji AKP’ê re dixebitin. Ji ber ku nikare tiştekî bike Erdogan dijberiya kurdan dike. Lê êdî her kes pê dizane. Ez dibêjim ku em ê Mêrdînê bikin 6-0.”

Min serdana Aydenîz a gundên Nisêbînê jî şopand. Em bi qasî 10 gundan geriyan û li gundê Apê Mûsa Stilîlê fînal kir. Li hemû gundan jî eleqeyeke zêde ji bo Aydenîz hebû. Lê li gundê Stilîlê eleqe di asteke din de bû. Ji saetekê zêdetir govend hat gerandin. Ji vir êdî ez gera xwe ya li Nisêbînê jî temam dikim û derbasî navçeyeke din Mêrdînê dibim. Ji ber ku navçeyên mezin in bi zanebûn min ew tercih kirin. Piştî Qoser û Nîsêbînê di roja xwe ya duyemîn a Mêrdînê de di saetên berê êvarê de li Midyadê me.

Mêrdînî mafdar in

Li Midyadê neçûm gundan tenê li navenda wê geriyam. Berevajiyê Nisêbîn û Qoserê li vir mirov rastî gelek AKP’iyan jî tê. Ji ber ku ji Midyadê ye gelek kes derbasbûna Suleyman Çelebî ya CHP’ê ji bo AKP’ê xetere dibînin û dibêjin ku wê AKP’ê gelek dengê xwe kêm bike. Rêveberên Partiya Çepên Kesk ên navçeyê dibêjin ku wê bibin partiya yekemîn. Lê li gundên Midyadê sercerdevan, qaymeqam, fermandarên artêşê û serokê AKP’ê yê navçeyê bi hev re xebatên hilbijartinê dimeşînin û gef li keyayan dixwin.

Vê der barê de gelek keyayan giliyên xwe ji HDP û Partiya Çepên Kesk re kirine. Ji ber vê sedemê li navçeyê HDP û Partiya Çepên Kesk giraniya xebatên xwe dane ser pûçkirina van gefan. Ji ber ku ji vê xebata HDP û Partiya Çepên Kesk haydar in, di ser alîkariyên ku ji aliyê Weqfa Alîkariya Civakî ve tên dayîn û mûçeyan de gef li gelek kesan hatine xwarin. Lê tevî van gefan jî li navçeyê berê gel li Partiya Çepên Kesk e.

Piştî van çavdêriyên xwe dikarim bibêjim ku mêrdînî mafdar in û bi îhtîmalek mezin wê Partiya Çepên Kesk 5 parlamenterên bajêr bigire û gelek nêzî girtina parlamenterê 6’emîn jî bibe.